Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
117 salîya Rojnamegerîya Kurdî pîroz be...
2015-04-22 12:00
fkks
info@fkks.se


117 sal berê di 22ê Nîsana 1898an rojnameya yekem "Kurdistan" li Qahîreya ji alîyê Miqdat Mîdhet Bedirxan hat weşandin. Rojnamegerîya Kurdî tovê xwe li derveyî welêt avêt û li derveyî welêt geş bû. Li derveyî welêt gelek rojname û kovar derketin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 34 salîya xebata xwe de 134 hejmar "Berbang" derxist; piştî pêşketina tora înternetê ew xebata xwe li ser vê torê domand.

75 sal piştî derketina rojnameya yekem "Kurdistan" di 1973an de li Kurdistana Başûr, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê de ye her sal ev roj bi awayên cur be cur wek Roja Rojnamegerîya Kurdî dihê pîrozkirin.

Rojnamegeriya kurdî neynika xebat, têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye. Yên ku di vî warî de keda wan derbas bûne hemûyan silav dikin û hemû xebatkar û rojnamevanên kurdên ku di vê riyê de şehîd bûne bi giramî bi bîr tînin û dibêjin roja rojnamegerîya kurdî pîroz be!

22.04.2015
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê