Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
"50 sal li Swêdê": 3 kurdên navdar bahsa hatina xwe ya Swêdê dikin
2015-10-13 00:00
fkks
info@fkks.se





Di 10.10.2015ê de li Kitêbxaneya kurdî li Stockholmê panelek bi navê ”50 sal li Swêdê” hat li darxistin. Panel ji alîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê hat organîzekirin.

Panel ji alîyê lêkoler Rohat Alakom hat birîvebirin; panelîst Cemal Alamdar(ji başûr), Omer Şêxmûs(ji Rojava) û Reşo Zîlan(ji Bakur) bû. Cemal Alamdar 1965, Omer Şêxmûs 1967 û Reşo Zîlan 1972ê de hatine Swêdê. Ev hersê jî ne ji welatê xwe ji welatekî din hatine Swêdê; Cemal Alamdar ji Tirkiyeyê, Omer Şêxmûs ji Ingîlterê û Reşo Zîlan jî ji Iraqê(herêma Kurdistanê) hatiye Swêdê.

Rohat Alakom: Lêkolerekî kêrhatî ye. Li gel gelek lokolînên wî, lêkolîneka wî ya taybet li ser Kurdên Swêdê heye.
Kurdê penaber yê yekem Silêman Alexsander Knuttas e di 1929ê de hatîye Swêdê. Kurdê yekem yê xwendekar Selheddîn Rastgeldî ku di sala 1947an de hatîye Swêdê. Di sala 1965ê grubek penaber ku ji 3 kesan zêdetir hatine Swêdê kurdên başûr in ku li Tirkiyeyê xendekar bûne. Ev Cemal Almadar, Îbrahim Mamxidir, Seîd Abdulrehman û Seîd Dizaî bûne. Di eynî salê de Bedo Anter jî hatiye Swêdê.

Cemal Alamdar: kurdê başûrê welat e, di sala 1958ê de çûye Tirkiyeyê bo xwendinê. li wê tevî 7 welatîyên başûr bi îddîaya avakirina Komeleya Xwendekarên Kurd ku rêxistineka îlegal e di Hezîrana 1963ê de dihên girtin û 15 welatperwerên bakur jî lê zêde dibin û ev buyer bi navê buyara 23 dihê bi navkirin. Piştî vê bûyarê ji Tirkiyeyê dihê derxistin. Bi wasiteya Sefareta Swêdê ya Tiriyeyê ew hatîye Swêdê.

Cemal Alamdar ingilîzî zane û li Swêdê dikeve nav hewildanan ku kurdan bi raya giştî ya Swêdîyan re bide naskirin. Bi çapkirina maqaleyêkê di rojnameya Swêdî ya Aftonbladet de hinek swedîyên navdar nasdike ku ew dibin alîkar bi hev re bi navê komîteya Swêdî-Kurdî komîteyekê ava dikin. Komîte di sala 1966ê de ava dibe, Selaheddîn Rastgeldî û Cemal Alamdar jî tê de cî stendine.

Seroka Komîteyê Marta Hansson e, Olof Tandberg û M. Norlander jî tê de cî digrin. Piştî mirina wê Olof Tandberg dibe serokê komîtê. Tandberg pisporê maf û azadîya aqiliyeta/minorîteta ye û kevneserokê Komîteya UNECO ya beşa Swêdî bûye.

Komîte ji bo raporekê li ser Kurdistanê û şerê pêşmergeyan binivsîne Selheddîn Rastgeldî dişîne Kurdistana başûr. Ew rapora xwe amade dike. Berê rapor çap bibe divê komîte bibîne. Selaheddîn Rastgeldî ji ber ku ew rapor amadekiriye israr dike ku berîya bê çapkirin gotiye; "divê balyozxaneya Tirkiyeyê ev rapor bixwîne ka tiştek li dijî wan heye yan na. Malbata min li Tirkiyeyê ye da tiştek nehê serê wan"

Yên komîteyê de ecêbmayî dimînin ku Selaheddîn çawa pêşnîyazekê weha dike. Wê demê resmî li Tirkiyeyê kurd tunene û di raporê de behsa rewşa gelemperî ya kurdên çar perçeyan jî heye û zilm û zora li kurdên bakur hatîye kirin jî derbas dibe.

Endamên Komîteyê li hember vê yekê derdikevin. Minaqeşe kûr dibe. Serokê Komîteyê Olof Tandberg aciz dibê û dibêje; ‘Selaheddînê mezin tiştekî ji kurdan re nekir, ma dê ev Selaheddînê piçûk bike’. Di encamê de ev rapor bi navê ‘Det glömda kriget’(Şerê Bîrvekirî) 1967 de çap dibe. Komîte di sala 1970 de belav dibe.

Herweha li welatên din yên Skandinavyayê; Finlandîya, Norwec û Izlandayê jî komîteyên bi vî rengî ava dibin û Cemal Alamdar diçe wan welatan li ser kurdan agahî dide wan. Destpêka salê 70î de ew dibe berpirsê PDK-Iraqê yê Ewrûpayê gelek salan li Ingiltereyê bi cî dibe û karê sîyasî û diplomasiyê partîyê kiriye.

Omer Şêxmûs: Kurdê rojavayê welêt e. Piştî li Ingilterê xwendina xwe xelas dike Kemal Fuat karê wî çêdike ku ew here Moskovayê di Mekteba Sîyasî a Partîya Komunîst de bixwîne lê berîya herê Moskovayê diçe Almanyayê li wê li ser salixa hin dost û hevalên xwe ew biryara xwe digehurîne û di 7ê Îlona 1967ê de dihê Swêdê. Wexta hatiye Swêdê berê wê hefteyek qaîdeyê tarfîka Swêdê ji milê çepê bûye milê rastê. Swêd ji bona wî welatekî cûda ye, pir paqij e û rêk û pêk e. Jinên wê gelek ciwan in. Zivistana tarî ya Swêdê û havîna ronî ya Swêdê bala wî dikşîne, tarîtîya swêdê ji re ecêb, ronîya havîna swêdê jî tesîr li xewa wî dike. Swêdî mutewazî û nefispiçuk in, demokrat û humanîst in. Xwendina li swêdê û têkiliyên bi mamoste re gelek bi human û li hember hev bi hurmet in. Bêyî ku gotina birêz bi kar bînin bi nav bangê hev dikin.

Salên ku ew li Swêdê ye li seranserê Ewrûpayê herekata xwenadekaran û fikrên çepitîyê di rewacê de ye. Tevgera solîdarîtet û piştgirê gelek xurt e. Wexta ew di Komeleya Xendekarên Kurd de kar dikin ew pir kes markist-lenînîst in; maoîst in, troşkîst û sovyetî bûne. Ew çûne weşanxaneya Partîya Çep a Komunîst bêyî ku bipirsin ew kîne wan belavok û afîşê xwe çapkiriye. Ev bala wan kişandîye.Ew hemû di bin şemsîyeya Komeleya Xwendakrên Kurd de wek nûnerê çar perçeyê kurdistanê kar dikin.

Ew 7 kes bûne; Ew, Cemal Alamdar, Ibrahîm Mamxidir, Seîd Abdurrehman, Seîd Dizaî, Memo Yetkîn û Bedo Anter . Ew hemû çalakvanên siyasî bûne. Heta sala 1970 yê wan di bin Komeleya Xwendekarên Kurd de kar kirine.

Ew 48 sal e li Swêdê dijî , xwe wek swedî û kurd dihesibîne. Xewnan bi swêdî dibîne. Wexta di salên 80 yî de li Kurdistanê pêşmergetî kiriye gelek caran bi merşa neteweyî ya swedî fikîya ye lê ew nizane çi difîkîne. Ji jina xwe ya swêdî Agneta re meseleyê qal dike, jîna wî dibêje ka wê stranê bifîkîne, wexta ew difikîne, jîna wî dibêje; ev marşa neteweyî ya Swêdî ye; “Du gamla, du fria” ye.

Reşo Zîlan: Di 28ê Ilonê 1969ê de bi grûbekê hevalê xwe Dr. Şivan(Seîd Kirimiztoprak), Çeko (Hîkmet Buluttekîn) , Soro (Nazmî Balkac) re diçe Başûrê Kurdistanê, bêşdarê şoreşa Îlonê dibe. Piştre Dr. Hişyar (Faîk Savaş) û Ronî (M. Nurî Palço) tevlî wan dibin. Di radyoyaya Dengê Kurdistanê de dixebite. Piştî otonomîya Adara sala 70yê di nav wî û grûbê de li ser avakirina partîyeke di nav wan de ihtilaf derdikeve. Reşo ji wan cida dibe. Ji ber ku salekê ji Tirkiyeyê derketîye û dev ji xwendina xwe berdaye nikare vegere Tirkiyeyê jî. Di 12 adara 1971ê de li Tirkiyeyê leşker bi fermanekê hikmetê dixînin, rêxistin dihên girtin, kesê sîyasî tên girtin, yên nayên girtin li wan digerin navê wan di radyoyê de belav dibin. Navê Reşo jî di lîsteya wan kesên ku li wan digerin de heye.

Wê demê otonomîya Kurdistanê heye û çend wezîrên Kurd di hikumeta Baxdayê de ne. Yek ji wan Saih Yusifî ye. Bi alîkarîya wî ew dibe hevwelatîyê Iraqê û pasaportêkê Iraqî werdigre û bi wê pasaportê li ser Tirkiyeyê derdikeve diçe Almanyayê bi cî dibe. Li Almanyayê zêdetir du sal dimîne û misada wî yê rûniştinê dernakeve, ji alîyê din ve xebata xwe ya sîyasî didomîne, di nav grûba Bahozê de cî digre. Berpirsê yekem yê Bahozê Hemreş Reşo ye. Bi hev re karê kulturî û siyasî dikin. Dîwana yekem a Cigerxwîn ji nûve çap dikin. Di mayîna wî ya Almanyayê de dijwarî rûdidin; gelek kesên sîyasî ku hatine Almanyayê bidizî teslîmê tirkiyeyê dikin. Ew mecbûr dimîne di 17. 12. 1972ê de bi paseportekê sexte bi alîkarîya Bedo Anter bi hevre bihê Swêdê û bext bixwaze.

Li Swêdê şansê wî baş dimeşe di demek kin de miracata wî ya penaberîyê dihê qebûl kirin. Li bajarê Uppsalayê bi cî dibe. Ew di bin navê Komeleya Xwendekarên Kurd de xebata demokratîk û eşkerî didomîne di nav wê de ji herçar perçeyê siyasî xwendekar hene. Piştî têkçûna şoreşa Barzanî ya 1975an di nav tevgera kurd de jî fikrên nû dertên ortê ji xwe wê demê çepîtî di rewacê de ye. Komleya Xwendekarên Kurd ji vê rewşê nasîbê xwe digre ew jî dibe du şik, grûba Bahoz belav dibe. Ew dixwazein rêxistineka din ava bikin û lingê wê li Kurdistanê hebe. Ew piştgirîya PDK- Komîteya Muweqet dikin. Piştî bûyara Şinoyê dev ji Komîteya Muweqat berdidin. Li Swêdê karê diplomasîyê jî dimeşînîne,ji bo Sami Abdurrehman ku di salê 80î de li Îranê dihê girtin nehê îdamkirin bi partîya Sosyaldemokrat a Swêdê re dikevin têkîlîyan.

Dîtina wî ew e ku sîysîyên kurd berîya her tiştî demokrat bin û bawerîya wan bi demokrasîyê hebe. Û ji hikmeta herêma Kurdistanê jî daxwaz dike ku ew ji bo kurdên dîaspora wezaretekî ava bikin û xwedî li dezgehên neteweyî yên kurdan li derveyî welat derkevin.

https://www.youtube.com/watch?v=h8U16bOi3Zo&feature=youtu.be