Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
”Pirsa Kurd hin nebûye pirseka huqûqî ya navneteweyî”
2016-10-03 11:00
fkks
info@fkks.se









Di 1.10.2016ê de Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîsakarên Kurd li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê bi alîkarîya ABF li Stockholmê li avayîya ABFê semînerek ”Mafê kurdan di hiqûqa navneteweyî” de li dar xist. Axêfêr Prof. Hiqûqnas Ove Brîng bû.

Semîner bi moderatorîya Serokê FKKSê Keya Îzol ve birêve çû. Îzol li ser rewşa aktuel a Kurdistanê agahi da û got kurd wek miletekî bindest û bêdewlet li gorî peyman û huqûqa navnetewî, li xwedî kîjan mafan in û ji bo ku ev maf bidest bixin çi bikin. Û herweha ji bo ku li van dewletên Kurdistan îşxal kirine û zulmê li wan dikin, kanin çi bikin û li kîjan dezgeh û dadgehan li van dewletan gilî bikin?

Ove Brîng di axaftina xwe de li ser peyman û hiqûqa navneteweyî û dîroka avabûna NY sekinî; li ser têgeha gel û têgeha netewe rawestîya. Got, li gel ku Kurdistan çar perçe ye jî muşterekîya kurdan ya kultur, ruh, zimên û ya ol (dîn) heye ya herî muhîm jî li ser axa xwe ne.

Di berdewamîya axaftina xwe de got; ji bo ku meriv ji huqûq û peymanên navnetewî sûdê werbigire divê meriv li li ser axa welatê xwe xurt be, xwedî yekîtî be û doza mafê xwe bike.

Ew zêdetir li ser rewşa Iraqê û Başûrê Kurdistanê rawestîye ku li gor wî ev perçe herî realîst e û nêzî dewletbûnê ye lê lingên wê yê navneteweyî kêm e. Pirs hin nebûye pirseka huqûqîya navneteweyî. Divê di Neteweyên Yekbûyî de yek ji 15 endamên wê vê pirsê bîne rojevê. Biryarên Konseya Ewlekarî ya NY mutlaq e û her dewlet bêşert ew qebûl dike.

Li gora Prof. Ove Brîng rewşa başûr dişibe rewşa Kosovayê, li gel ku Kosova di hundirê axa Sirbistanê de bû û Sirbistan li dij bû ku ew jê veqete û dewleta xwe ava bike lê Kosova bi piştgirîya dewletên rojava û Konseya Ewleyîya NY ew maf bidest xist û dewleta xwe îlan kir.

Di semînerê de pirs hatin kirin. Li ser pirseka moderatorê civînê Keya Îzol ku ew çawa karin serokê wan dewletên ku zilmê li xelkê dikin û kesên sivîl dikujin gilîyê wan û bi taybet jî gilîyê serokkomarê Tirkiyê Erdogan li mahkemeyên navneteweyî bikin, ew wek kurdên Swêdê karin çi bikin?

Ove Bring got; berîya her tiştî di derheqî wan kesan de ku di şer de mafê mirovî îhlal kirine û sivîl kuştinê divê meriv bi dokumantasîyon gilîyê wan li Mahkemeya Ceza ya Navneteweyî ya Haagê bike.

Ev mahkeme yek ji Organa Neteweyên Yekbûyî ye. Berê bi navê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dihat nasîn. Mahkeme ji welatên cûda ji 15 dadgeran pêk dihê û dadger ji alîyê Komcivîna Giştî û Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dihên hilbijartin.

Îro sûde ku Swêd yek ji 15 endamên Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî ye, kurdên Swêdê dikarin partîyên Swêdê jî têxin dewreyê û vî karî bikin.

NY ji pênc endamên daîmî ku ew di heman demê de danerên Neteweyên Yekbûyî ne û 10 endamên wê jî ji du salan carek dihên hilbijartin.