Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
Komele çi ye?
2010-12-21 11:00
fkks
info@fkks.se


1. Komele
1.1 Komele çi ye?
Di her civatê de, ji bo birêvebirina jiyana civakî, gelek awayên rêxistinan û birêxistinbûnê yên cuda henin. Di civatên hevdem de, yek ji wan awayên rêxistinan û bi rêxistinbûnê jî komele û endamîya komeleyan e. Komele awayekî rêxistinan e ku ji ber pêwîstîya hin pirs, armanc, an jî berjewendîyên civakî, neteweyî, meslekî û.hwd yên hevbes derdikeve ortê. Ew ji alîyê kesên ku li ser van pirsên hevarmanc li hevdu dikin ve tê avakirin û herweha girêdaneke van kesan a azad e.

1.2 Li Swêdê mafê avakirina komeleyan

Li hin welatan, mafê avakirina komeleyan û pirsên ku komele bikaribin, an jî nikaribin pê mijûl bibin û hejmara avakarên komeleyan a herî kêm, bi qanûn û qaîdeyan ve hatinin tesbîtkirin. Lê li Swêdê, azadîya mafê avakirina komeleyan û endamîya wan, di qanûna bingehîn de hatîye parastin û ji bo pirsên ku komele dikarin, an jî nikarin pê mijûl bibin, tu sînor tune ye. Ango, mirov dikare li ser her pirsê û li her qadê, bi kesên din re komeleyekê ava bike.
Li Swêdê, herweha ji ber ku dezgehên civatê (yên dewletê, beledîyeyan û hwd) yên cuda ji bo xebatên komeleyan alîkarîyê didin, mafê avakirin û birêvebirina xebatên komeleyan ji alîyê aborî ve jî tê teswîq kirin û ewlekirin. Loma jî dema ku mirov li Swêdê, li hin agahdarîyên li ser xebatên komeleyetîyê binêre, mirov dê bibîne ku hejmara endamên komeleyan li Swêdê, ji nifûsa Swêdê deh caran zêdetir e. Mirov dikare di nav bi qasî du sed hezar komeleyên ku li Swêdê henin de, li ser her pirseke civatê, komeleyekê bibîne.

Du awayên komeleyan yên esasî henin. Yek ji wan komeleyên aborî ye û awayê din jî komeleyên îdeel e. Ferqa esasî ya di navbera van herdu awayên komeleyan de, ew e ku di komeleyên aborî de, armanca avakirina komeleyê, ji bo parastina berjewendîyên endaman yên aborî ye û loma jî giranîya xebata van komeleyan ji xebatên aborî pêk tê. Koperatîf yek ji wan awayên komeleyên aborî (ekonomisk förening) ye. Awayê komeleyan ê din, ango komeleyên ideel, ji bo berjewendî, armanc, an jî pirsên hevbes tên avakirin.
Mirov dikare ji komeleya kirêdaran heta komeleyên li ser pirsên jîngehê, sendîkayên kardar û kardêran, yên qencîxwazan, yên mafên mirovî, yên çand û perwerdeyê, yên biyanîyan, an yên sporê, her cureyê komeleyan li Swêdê peyda bike. Ev jî diyar dike ku bê xebata komeleyan di jiyana Swêdê ya civakî de, çi qasî girîng e. Agahdarîyên di vê burosurê de, li ser avakirin û birêvebirina kar û barên komeleyên îdeel in.

1.3. Avakirina komeleyan
1. Mafê avakirina komeleyan Weke ku berê jî hat behskirin, li Swêdê maf û azadîya avakirina komeleyan bi qanûnan ve hatinin pejirandin. Loma jî bikaranîna mafê avakirina komeleyan, bi tu dezgeheke fermî ve ne girêdayî ye. Lê, heger komele bixwaze, bo nimûne; navê komeleyê biparêze, yan heger li komeleyê hin kes bixebitin ku komele mecbûrî dayîna meas û bacê be, yan jî komele bixwaze ji alîkarîyên ku civat bi xwe ji bo karên komeleyan amade dike, parê werbigire, wê demê, avakirin û qeyidkirina komeleyan li ba hin daîreyên dewletê û yên beledîyeyê yên fermî dibe pêwîstîyek.

1. Destûr
Ji bo ku komeleyek damezrandî bê hesibandin, divê destûreke hebe ku di civîna avakirina komeleyê de, ji alîyê endamên wê yên avakar ve hatibe qebûlkirin. Tu qanûn, an qaîdeyên dewletê yên resmî tune ye ku bibêje, divê di destûrekê de çi hebin. Ji ber vê yekê, divê destûr ji bo birêvebirina karên komeleyê, wek qanûnê bê dîtin. Gelek girîng e ku heta îmkan hebe, divê di destûrê de, qaîdeyên gelek tistan hebin, da ku cîh ji bo minaqeseyên li ser qaîdeyan nemîne. Lê ji alîyê din ve jî ne bas e ku destûr ew qasî pir fireh be ku kes di xwe re nebîne bixwîne. Divê di destûra komeleyekê de, ev hebin:

• Navê komeleyê • Cîhê komeleyê, yanî beledîyeya ku komele lê ye. Armancên komeleyê•Qaîdeya heqê endamîyê •Qaîdeyên endamîyê, ji endamîyê derketin û derxistinê • Qaîdeyên pêkanîna kongreyê û maf û awayê dengdanê • Organên komeleyê, erkên organan û hejmara endamên wan • Peryoda xebatê • Qaîdeyên guhertina destûrê • Qaîdeyên hilwesandina komeleyê û belavkirina hebûnên wê Ji ber ku tu qanûn an jî standard tune nin ku bibêje, bê divê destûra komeleyekê çawa be, babetên jorîn, li gora mezinbûna komeleyê û xurtbûna wê ya aborî, dikarin zêde bibin an jî kêm bibin.

1.3.3. Armanca komeleyê
Divê armanca komeleyê di destûrê de hebe û bi awayekî zelal bê formulekirin. Ji bo komele bikaribe ji bacê azad be û weke komeleyeke îdeel bê hesabkirin, ev sert e. Formulasyona benda armancê, divê nebe sedema sikeke weha ku komele karekî ticarî dike.

1.3.4 Qeyidkirina komeleyê
Ji bo qeyidkirina komeleyan tu meqamekî navendî tune ye. Di qanûnan de, hatîye diyarkirin ku qeyida (register) komeleyên îdeel a gistî, li ba tu meqamekî fermî nayê çêkirin. Lê di hin rewsên taybetî de, divê miracaeta avakirinê, an jî miracata xebatên komeleyeke îdeel li ba hin meqaman bê kirin. Komeleya ku meas û tezmînatan dide, divê li ba daîreya bacê qeyida xwe çêbike. Gava komele li ba daîreya bacê qeyida xwe çêbike, ew ê numara wê ya organîzasyonê ya taybetî çêbibe. Meqamên dewletê numaraya organîzasyonê ji bo ku bikaribin zanavê komeleyê nas bikin û wê ji komeleyên din veqetîne, bi kar tînin. Pistî qeyidikirin û wergirtina numaraya organîzasyonê, komele ji bo sandin û razandina pereyan, dikare ji xwe re hesabekî bankayê, an jî yê postgîroyê veke.

Di vî warî de, ya girîng numaraya organîzasyonê ye. Ji ber vê yekê, di warê navê komeleyê de, heger navê komeleyê li ba Daîreya Patent û Qeyidkirinê (PRV-Patent och registerverket) nehatibe qeyidkirin, mafê komeleyê yê takekesî (copyrite) tune ye. Gava komele karê ticarî bike, yan jî avakarên komeleyê bixwazin ku navê komeleyê ji alîyê kesên din ve neyê bikaranîn, dikarin qeyida komeleya xwe li ba Daîreya Patent û Qeyidkirinê (PRV-Patent och registerverket) çêbikin, da ku bi wî navî tu komeleyeke din nikaribe bê avakirin, an jî qeyidkirin.

2. Endamî
2.1. Qebûlkirina endamîyê

Di piranîya komeleyan de, kî bixwaze dikare bibe endam. Ji bo wergirtina alîkarîyê û azadkirina ji bacê, divê endamîya komeleyê ji bo hemû kesên ku armancên komeleyê yên di destûra komeleyê de hatinin diyarkirin, qebûl dikin, vekirî be. Divê di destûrê de, qaîdeyên endamîyê hebin.

2. 2. Qebûlnekirina endamîyê
Komîteya karger dikare daxwaznameya endamîya mirovê/a sik jê tê kirin ku li dijî armanc û prensîpên komeleyê dixebite, qebûl neke. Divê qaîdeyên ji bo qebûlnekirina endamîyê, di destûrê de hebin. Divê mafê mirovê/a ku miracaeta wî/wê nehatîye qebûlkirin hebe ku doza xwe bibe kongreyê.

2. 3. Ji endamîyê derxistin
Di komeleyên îdeel de, qaîdeya esasî ew e ku endamekî/ê komeleyê bi hêsanî nikaribe ji endamîya komeleyê bê derxistin. Bê guman komeleyeke îdeel jî weke her rêxistinê, ji bo ku di kar û barên xwe de bi serketî be, divê xwe li hember hewildanên texrîbkar biparêze. Divê sertên ji endamîyê derxistinê di destûra komeleyê de, pir bi zelalî bên diyarkirin, da ku rê li ber keyfîyetê bê girtin. Ji bo derxistina ji endamîyê, pêwîst e ku endamek ji sertên endamîyê yên esasî bi dûr ketibe, ev yek pir eskere bikaribe bê tesbîtkirin û herweha berî ku di warê derxistina ji endamîyê de, biryara dawîyê bê dayîn, divê îmkan ji bo endamê/a komeleyê bê amadekirin, da ku ew xwe biparêze, yan jî bîr û raya xwe ya li ser vê yekê diyar bike.
Weke ku di xala endamîyê de jî hatibû diyarkirin, qebûlkirina armanc û destûra komeleyê û dayîna heqê endamîyê, du sertên endamîya komeleyên îdeel yên esasî nin. Loma jî ji bo derxistina ji endamîyê, divê an yek ji van sertên endamîyê, an jî ev herdu bi hevdu re bi awayekî eskere derketibin holê û divê ev ji bo her endamekî/e komeleyê zelal bin. Cudabûnên fikrî, sewîyeya besdarîya xebatên komeleyê, yan sedemên weke van, divê nebin bingehê minaqesekirinê, yan jî sedema biryara ji endamîyê derxistinê.

Ev prensîp divê di destûra komeleyê de, bêyî ku ji rê bide tu sirovekirinan, bi zelalî bê formulekirin. Ev prensîp bi awayekî gistî, weke pîvana demokratîkbûnê û demokrasîya xebata komeleyeke îdeel tê qebûlkirin Desthilata biryara ji endamîyê derxistinê, divê weke qaîdeyeke gistî ya kongreya komeleyê be. Lê ji ber sedemên pratîk û bi mebesta tedbîrê, bi sertê ku destûrî be, divê desthilata komîteya karger hebe ku heta di kongreyê de, biryarek bê dayîn, bikaribe endamîya endamekî/ê rawestîne. Berî ku endamek bê avêtin, divê di kongreyê de, ji bo wî/wê firsend bê dayîn, da ku ew li ser vê pirsê, bikaribe fikra xwe bibêje. Ji bo biryareke weha, divê sedemên berbiçav hebin.

2. 4. Lîsteya endaman
Divê li her komeleyê, lîsteya endaman hebe û di wê de, nav, navnîsan, hejmara telefonê û ger hebe, navnîsana posteya elektronîk hatibin nivîsandin. Ji bo amadekirina lîsteya endaman, ya bastir ew e ku komele blanketekê çêbike:

3. Birêvebirina kar û barên komeleyê
Weke ku berê jî hat beshkirin, komele di navbera kesên xwedîyên berjewendî, pirs, an jî armancên hevbes de, girêdaneke azad e. Ev xusûsîyeta rêxistinê, di rêvebirina kar û xebatê de jî xwe diyar dike. Serkettina di kar û barên komeleyê de, bi awayê besdarbûn û birêvebirina wan ve girêdayî ye. Di hin komeleyên piçûk de, gelek caran tê dîtin ku mirovek berpirsîyarê/a gelek karan e. Divê ev pirs bi lez bê çareserkirin, na na, sînorê navbera berpirsîyarîyên cuda tev li hevdu dibin. Ji ber vê yekê, ya bastir ew e ku her kesek berpirsîyarê/a karekî be.

4. Avahîya komeleyan
Avahîya komeleyan bi awayekî gistî ji hin organên bingehî pêk tê. Di avahîya komeleyan de, li gora mezinbûn, an jî hin taybetîyên komeleyan, dikarin ji derveyî organên ku navên wan li jêrê hatinin nivîsandin, hin organên din jî hebin. Bi gistî, divê di komeleyekê de, ev organên bingehî hebin:

1. Kongre 2. Komîteya Karger 3. Komîteya Çavdêr 4. Komîteya Rawêj

4.1 Kongre
Kongre organa komeleyê ya herî bilind û desthilatdar e. Bi besdarîya ji %51ê endaman çêdibe. Qaîdeya gistî ew e ku endamên komeleyê bikaribin li ser hemû pirsên komeleyê minaqese bikin, biryaran bidin û kesan ji bo organan hilbijêrin. Lê, divê her pirsa ku di kongreyê de, bê minaqesekirin û li ser biryar bê dayîn, di rojeva kongreyê de cîh bigire. Rojeva kongreyê ji alîyê besdarên kongreyê ve tê tesdîqkirin. Divê di kongreya komeleyekê de, bi gistî li ser van babetên jêrîn bê rawestandin:

• Avahîya komeleyê • Guhertina destûrê • Hilbijartina organên komeleyê • Butçeya/rapora aborîya komeleyê • Rapora xebatê û minaqeseyên li ser wê • Plana xebatê • Ji bersîyarîyê azadkirina endamên Komîteya Karger • Hilwesandina komeleyê Ev babetên li jorê nivîsandî divê weke xalên rojevê bên formulekirin û ji bo kongreya komeleyê, weke pêsnîyara rojevê bê amadekirin. Kongre divê rojevê minaqese bike û dû re tesdîq bike, da ku bikaribe xebata xwe li gora wê bi rê ve bibe. Li gora pirsên ku komele pê mijûl dibin, yan jî li gora girêdanên komeleyan, di kongreyên komeleyan de, hin xalên taybetî yên din jî dikarin têkevin rojeva kongreyê. Bo nimûne; di rojeva kongreya komeleyeke kurdan de, xalên weke "endamîya FKKSyê", "ji endametîya FKKSyê derketin", "polîtîkaya Swêdê ya di warê penaberîyê de " û hwd dikarin hebin. Komele an kongreya asayî çêdike, an jî ya neasayî.

4.1.1. Kongreya asayî
Kongreya asayî bi peryodeke taybetî ku di destûra komeleyê de hatibe diyarkirin (bo nimûne; ji salê carekê, yan ji du salan carekê, yan jî bi peryodeke din) çêdibe û banga wê li gora destûrê tê sandin. Hemû endam dikarin besdarî kongreyê bibin. Di kongreya asayî de, divê endam li ser babetên ku di rojeva kongreyê de henin, minaqeseyan bikin û biryarê bidin. Ji bo banga kongreya asayî, berpirsîyarîya sereke ya komîteya karger e. Hem kongreya asayî û hem jî ya neasayî bi besdarîya ji %51ê endaman ve, dibe desthilatdar. Ger di dema kongreyê de, hejmara endamên amade ji vê pîvanê kêmtir be, wê gavê divê kongre di dema ku di destûra komeleyê de hatîye tesbîtkirin (bo nimûne; pistî 15 rojan, mehekê, yan jî demeke din) bicive. Qaîdeya gistî ew e ku cara duyem, li hejmara endamên besdar nayê nerîn û kongre bi endamên amadebûyî çêdibe. Komele dikare ji bo amadekirina kongreyê, berî kongreyê komîteyeke taybetî çêbike. Endamê/a ku dixwaze kongre li ser pêsnîyara wî/wê raweste, divê pêsnîyara xwe berî kongreyê, bi nivîskî bide komîteya karger, da ku têkeve rojeva kongreyê.
Raporên ku divê pêskêsî kongreyê bibin, ev in:

Rapora xebatê • Rapora aborî • Rapora komîteya çavdêr •

Rapora Komîteya rawêj
Divê her komîteyeke kar rapora xwe berîya kongreyê bi mehekê, pêskêsî komîteya karger bike. Divê komîteya karger li ser raporan biryarê bide û herweha rapora aborî jî tê de, li gel banga kongreyê, ji endaman re bisîne.

4.1.1.1 Vekirina kongreyê
Komîteya karger divê endamên ku di kongreyê de amade nin, bihejmêre, gava ji %51ê endaman di kongreyê de amade bin, kongreyê veke û ancax wê gavê, kongre ji bo biryardayînê dibe desthilatdar.

4.1.1.2 Dîwan
Pistî vekirina kongreyê, ji bo birêvebirina kongreyê, dîwanek tê hilbijartin. Endamên dîwanê di nav xwe de, serok, protokolnûs, denghejmêrekî/ê, an jî denghejmêran hilbijêrin. Divê dîwan: - Lîsteya endaman li ber destê xwe bihêle. - Prensîp û disîplîna kongreyê biparêze. - Rojeva kongreyê pêskêsî endaman bike û pistî qebûlkirina rojevê, li gora wê, kongreyê bi rê ve bibe. - Di protokolê de, biryar, guherandina destûrê, navên endamên organan binivîsîne, - Ji bo karên dahatû pêsnîyaran werbigire. - Pistî qedandina kongreyê, protokola kongreyê hem bi kurdî û hem jî bi swêdî binivîsîne, îmze bike û di civîna komîteya karger a yekem de, teslîmî komîteya karger bike.

4.1.1.3 Dengdan
Ji bo dengdanê sert ew e ku divê mirov heqê endamîyê dabe. Mafê endamê/a ku heqê endamîya xwe nedabe, tune ye ku besdarî dengdanê bibe û ew nikare ji bo organan jî bê hilbijartin. Endamê/a ku heqê endamîya xwe nedabe, dikare bi tenê wek mêvanan besdarî kongreyê bibe. Prensîp ev e ku her endam xwedîyê/a dengekî ye. Ev prensîpeke demokratîk e. Divê hem mafê dengdanê û hem jî awayê dengdanê di destûra komeleyê de, bi awayekî zelal hatibin nivîsandin. Awayê herî bas ew e ku kongre di derheqê pirsên cuda de, bi rêya miqaseyan bigihêje biryareke hevbes. Lê hertim bi vî awayî nabe, wê gavê divê dengdan çêbibe. Ger ji bo biryardayinê, qaîde piranîya sade be, wê gavê ji bo ku pêsnîyarek bikaribe bê qebûlkirin, divê ji nêvîyê dengan bêtir dengan werbigire.

4.1.2 Kongreya neasayî
Kongreya neasayî li ser bingehê tistên neasayî çêdibe. Sedemên kongreya neasayî dikarin cuda bin, weke mîsal nakokîyên di navbera organên birêvebir de, daxwaza nisbeteke endaman a taybetî û hwd. Qaîdeya gistî ew e ku sertên kongreya neasayî di destûra komeleyê de tê tesbîtkirin. Ji bo kongreya neasayî, hin sedem û sertên bingehî dikarin weha bin:. • Gava nakokî di nav endamên komîteya karger de peyda bibe, an problemek derkeve pêsîya komeleyê ku komîteya karger bi xwe nikaribe wê çareser bike, an piranîya organên komeleyê yên ku di kongreyê de hatinin hilbijartin, ji karê komeleyê bi dûr ketibin û hwd, an jî bi sertê ku komîteya karger bixwaze. • Gava nisbeteke endaman a taybetî ( ji 1/3ê wan, an piranîya mutleq, an jî nisbeteke din) bi awayê ku di destûra komeleyê de hatibe tesbîtkirin, daxwaz bikin, wê gavê komîteya karger mecbûr e ku kongreya neasayî çêbike. Ji bo banga kongreya neasayî, di komeleyê de, berpirsîyarîya sereke ya komîteya karger e. Lê, li gora sertên di destûra komeleyê de diyarkirî nin, dikare hin organ, an jî nîsbeteke endaman jî banga kongreya neasayî bikin. Di kongreyeke neasayî de, endam bi tenê li ser wan pirsan radiwestin ku bûnin sedemên çêkirina kongreyê û di banga kongreyê de hatinin nivîsandin.

4.2 Komîteya karger
Komîteya karger di kongreyê de tê hilbijartin. Di navbera du kongreyên komeleyê de, ji bo biryardayîn û birêvebirina kar û barên komeleyê, organa herî bilind û desthilatdar ew e. Yanî, di warê birêvebirina karên komeleyê de, berpirsîyarîya sereke ya wê ye. Di warê hejmara endamên komîteya karger de, tu sertekî qanûnî tune ye. Hejmara endamên komîteya karger li gora mezinbûn, an piçûkbûna komeleyê tê guhertin. Lê hin berpirsîyarî henin ku divê di her komeleyeke endama Federasyonê de hebin;

• Serok • Sekreter • Berpirsîyarê/a aborî (Kasor)
Ji derveyî van berpirsîyarîyên sereke, hejmara berpirsîyarîyên din, li gora komeleyan tê guhertin. Komîteya karger divê li gora xalên destûrê û biryarên kongreyê bixebite. Ji bo komeleyê gelek girîng e ku endamên komîteya karger çalak bin û pêywendîyên wan ên bi hevdu re bas bin. Ji derveyî endamên komîteya karger ên esil, divê cîgirên ku di kongreyê de hatibin hilbijartin jî hebin. Divê di destûrê de, hejmara cîgiran hatibe nivîsandin. Cîgirek dikare besdarî hemû civîn û minaqeseyan bibe û berpirsîyarîyê werbigire, lê mafê wî/wê yê dengdanê tune ye.

Cîgir dikarin bi du awayan têkevin sûna endamên esil: 1. Cîgirek dikare cîgirê/a endamekî/e esil be û gava endamîya wî/wê biqede, ew cîgir dikeve sûna wî/wê. Gava komeleyê ji bo cîgiran sîstemeke weha qebûl kir, divê bi qasî hejmara endamên esil, cîgiran jî hilbijêre. li Swêdê, ji vî awayê cîgirîyê re, dibêjin; "cîgirîya sexsî". 2. Cîgir li gora dorê dibin esil. Ango, dema ji komîteya karger, endamekî/e esil dev ji berpirsiyarîya xwe berde, îstîfa bike, li gora dorê, cigirê/a yekem dikeve sûna wî/wê û dibe endamê/a esîl. Ji ber vê yekê, divê di destûrê de, bas bê diyarkirin ku gava endamekî/e esil nema bikaribe endamîya komîteya karger bike, bê komîte dê li gora çi cîgirekî/ê bike endamê/a esil. Civîna pistî kongreyê ya yekem

Di komîteya karger de, hilbijartin û parvekirina berpirsîyarîyan, divê di civîna pistî kongreyê ya yekem de bên kirin. Xalek heye, girîng e ku divê komele û kongre lê bifikirin û têxin destûrê; ew jî ev e ku berpirsîyarîya komîteya karger a kevin divê heta ku komîteya karger a nuh dest bi karên xwe bike, berdewam be. Heta ku komîteya karger a nuh civîna xwe ya yekem bike û di nav xwe de, berpirsîyarîyan par ve bike, divê komîteya kevin karên komeleyê bi rê ve bibe. Ew ê bastir be ku komîteya nuh û kevin bi hevdu re civîneke hevbes çêbikin û di wê civînê de berpirsîyarîyan dewrî hevdu bikin.

4.2.1 Serok
Divê yek ji endamên komîteya karger, ji bo serokîyê bê hilbijartin. Ev hilbijartin an di kongreyê de çêdibe, an jî pistî kongreyê, di civîna komîteya karger a yekem de çêdibe. Serok di komîteya karger de, berpirsîyarê/a sereke ye. Divê ew çavdêrîyê li çalakîyên komeleyê û xebatên komîteya karger bike. Gelek girîng e ku komîte yekî/a weha bike serok ku di warê pêywendîyên civakî de, jîr û zana be; guh bide daxwazên endaman û gava biryar hat dayin jî ji bo bicîhanîna wê biryarê, bikaribe bi xurtî bixebite.

4.2.2 Sekreter
Kesê/a ku bû sekreter, mecbûr e ku li lokala komeleyê gelek caran amade be û divê karên wî/wê nivîsandina protokolan, sandin û anîna posteya komeleyê bin. Berpirsîyarîyên sekreterî/ê yên sereke ev in:

• Protokolên civînên komîteyê dinivîsîne û -ger di destûrê de hatibe nivîsandin- ji endaman re disîne. • Hemû protokolan dixe arsîvê. • Ji bo nivîsandina protokolan, pêwîst e ku ew di warê bicîhanîn an bicîhneanîna biryarên komîteya karger de, agahdar be. • Arsîva komeleyê diparêze. Ji ber ku karê sekreterî/ê bêtir karê nivîsandinê û pêywendîyên bi endaman re ye, divê ew bikaribe xwe hem bi devkî û hem jî bi nivîskî, bi awayekî hêsan îfade bike.

4.2.3 Berpirsîyarê/a aborî (kasor)
Yek ji wan berpirsîyarîyên herî girîng, karê kasorîyê ye. Divê kasorê/a komeleyê tevî serokê/a komeleyê lê miqate be, da ku bac û xercên komeleyê di dema xwe de bên dayîn. Gelek girîng e ku divê kesê/a ku ji bo kasorîyê bê hilbijartin, di warê karên aborî de, jîr be û hem ji karên deftergirtin û hesabkirinê û hem jî ji plankirina butçeyê fêhm bike.
Ji bo ku mirov bikaribe pêsîyê li sasîyan bigire, divê perekisandina bidest, bêyî agahdarîya serokê/a komeleyê nebe. Ji bo kisandina ji hezar kronî zêdetir jî divê biryara komîteya karger pêwîst be. Berpirsîyarîyên kasorê/a komeleyê;

• Heqê endamîyê kontrol dike û ji bo dana heqê endamîyê, endaman agahdar dike. • Berpirsîyarê/a miracaeta alîkarîyê ya li ba meqamên dewlet û beledîyeyê ye.
• Deftera hesabên komeleyê digire û divê lê miqate be ku meqbûzên hemû çûyin û hatinan hebin.
• Berpirsîyarê/a dana bac û xercên komeleyê ye. • Bi hevkarîya endamên komîteya karger di warê butçeya komeleyê ya salane de, pêsnîyarekê amade dike û pêskêsî komîteya karger dike.
• Hesabên komeleyê yê dawîn çêdike û bi raporekê pêskêsî kongreyê dike. Mixabin gelek caran xerckirinên nelirê, deyn û hwd. li komeleyan çêdibin. Ji ber vê yekê, hilbijartina kasorê/a komeleyê pir girîng e. Gava sik peyda bibin ku karê aborî rast namese, divê tavilê midaxele bê kirin. Tê dîtin ku mirov di vî warî de, gelek caran pasîv e û ji ber vê yekê jî rews xerabtir dibe. Ev jî hem zerarê dide komeleyê û hem jî kasorê/a wê.

4.3. Komîteya Çavdêr
Di komeleyekê de, gelek girîng e ku mirov bizanibe bê karên aborîyê çawa tê birêvebirin. Ev ne bi tenê ji bo endamên komeleyê, herweha ji bo dezgehên alîkarîyê, beledîye û daîreya bacê jî girîng e. Îmkan tune ye ku her yek bi serê xwe kontrolê bike. Ji ber vê yekê, kongre ji bo kontrola aborîya komeleyê, komîteyekê hildibijêre. Divê ev komîte bi kêmanî ji sê kesan pêk bê. Ev komîte di navbera du kongreyan de desthilatdar e. Ji ber ku di komeleyan de, heta nuha sûcên aborî yên giran nehatinin kirin, tu dezgehên dewletê komeleyan mecbûr nakin ku ji derveyî komeleyê, revîsorekî/e resmî bigire. Herweha yek ji wan berpirsîyarîyên vê komîteyê ew e ku li gel kontrolkirina hesabên komeleyê, divê hatin û awayê xerckirina pereyên komeleyê jî kontrol bike û rapora xwe bide komîteya karger û kongreyê. Ev komîte dikare ji bo ji berpirsîyarîyê azadkirin, an neazadkirina komîteya karger, pêsnîyara xwe pêskêsî kongreyê bike.

4.4. Komîteya Rawêj
Li komeleyeke mezin, kongre li gel komîteya karger û komîteya çavdêr, bi navê komîteya rawêj, komîteyekê hildibijêre. Ev komîte di navbera du kongreyan de, li xebat û çalakîyên endaman dinihêre; bi kesên jîr û zana re têkilîyan datîne û bi sertê ku ew qebûl bikin, navên wan ji bo endamîya organan pêsnîyarî kongreyê dike. Rapora komîteya rawêj ji bo kongreyê pêsnîyar e. Ji ber vê yekê, li gel pêsnîyara komîteya rawêj, her endam jî dikare an xwe, an jî endamekî/e din pêsnîyarî organan bike.

5. Fînansmana xebatên komeleyan
Yek ji wan xalên xebatên komeleyan yên girîng, fînanskirina xebatên komeleyê ye. Ji bo komeleyên îdeel, prensîpa esasî ew e ku komele bi xwe, tevî endamên xwe bikaribe xebatên xwe fînanse bike, da ku ji alîyê aborî ve tu girêdaneke wê bi cîhekî din re tune be. Ev ji bo paraztina serbixwebûna xebata komeleyê pir girîng e. Li Swêdê, weke ku berê jî hat behskirin, gelek dezgehên dewletê û yên beledîyeyê alîkarîyê didin komeleyan û pistgirîya wan a aborî dikin.
Mebest ji van alîkarîyan ne ew e ku komele bi wan dezgehan ve bên girêdan, an jî li gora armancên wan bixebitin. Ji ber ku alîkarîyên tên kirin, ji butçeya dewletê û ya beledîyeyan ve tên veqetandin ku di esasê xwe de, ji baca ku gel dide, pêk tê. Lê dîsa jî di vî warî de, dîtinên cuda henin û tê gotin ku alîkarîya dewletê û ya beledîyeyan xebatên komeleyan bi sînor dikin û komeleyan bi xwe ve girê dide.

5.1 Heqê endamîyê:
Di komeleyeke îdeel de, heqê endamîyê hertim heye û ev ji bo endamîyê sertekî bingehî ye. Heqê endamîyê bingeha fînansmana xebatên komeleyên îdeel e. Ev heq ji alîyê kongreyê ve tê tesbîtkirin û li gora komeleyê tê guhertin. Divê nîsbeta heqê endamîyê li gora hatina endaman, ne giran be. Lê, heqê endamîyê ji bo komeleyekê sert e. Ji ber ku gelek caran pêywendîya heqê endamîyê û wergirtina alîkarîya ji beledîyeyan, an jî ji meclisên wîlayetan bi hevdu re heye. Ango, di dezgehên resmî de, biryarên alîkarîyên ji bo komeleyan, li gora hejmara endamên ku heqên endamîya xwe danin (betalande medlemmar), tên dayîn.

5.2 Alîkarî:
Gelek dever henin ku komele dikare ji bo alîkarîyê miracaetî wan bike. Alîkarî carinan pere ye û carinan jî lokal û îmkanên din in. Pirbûna alîkarîyê, li gora mezinbûn û çalakbûna komeleyê tê guhertin. Gava komele hat damezrandin, divê ji bo wergirtina alîkarîyê, pêywendîyê bi beledîyeya xwe re deyne. Alîkarî û pistgirîyên aborî ku ji alîyê dezgehên dewletê û beledîyeyan ve tên kirin, ev in:

• Alîkarîya kurs û xebatên perwerdeyê (Kurs- och utbildningsbidrag) • Alîkarîya projeyan (Projektanslag) • Alîkarîya çalakîyan (Aktivitetsstöd) • Alîkarîya xebatên çandî (Kulturstöd) • Alîkarîya xebat û rêxistinê (Verksamhets- och organisationsbidrag) "Alîkarîya çalakîyan" û "Alîkarîya xebat û rêxistinê"li her beledîyeyê û li her bajarî, pistî sandina miracaetên komeleyan yên salane, ji bo komeleyên ku sertên wergirtina alîkarîyê bi cîh tînin, tên dayîn. li hin cîhan, hin sertên alîkarîyê dikarin cuda bin. Loma jî divê komele bi beledîyeyê re, an jî bi meclisa wîlayetê re peywendîyan deyne û di warê sertên wergirtina van herdu cureyên alîkarîyê de, agahdarîyê werbigire. Awayên alîkarîyê yên din, bi xebatên cuda ve girêdayî nin û dikarin ji dezgehên neteweyî, an jî ji dezgehên herêmî yên cuda bên wergirtin. Navên hin dezgehan li jêrê hatinin nivîsandin. Lê gelek dezgeh, rêxistin, weqif, an jî daîreyên resmî yên din henin ku divê komele li gora xebat, an jî projeyên ku ew dixwaze bi rê ve bibe, doza alîkarîyê li wan bike. Yek ji wan cîhên ku divê hemû komeleyên kurdî hevkarîyê pê re bikin, ABF e. Sedema vê yekê ya bingehî ew e ku FKKS di sewîyeya neteweyî de, endama ABFê ye û di navbera wê û ABFê de, peymaneke hevkarîyê ya merkezî heye. Loma jî ji bo komeleyên me feydeyeke mezin tê de heye ku ew bibin endamên ABFê, yan jî peymanên hevkarîyê yên herêmî bi ABFên li herêmên xwe re çêbikin. Di derheqê vê yekê de, agahdarîyên firehtir, di besê girêdanên FKKSyê de henin.
Wekî din jî gelek deverên din henin ku mirov dikare li ba wan miracaetî alîkarîyê bike. Hin ji wan ev in:

• Beledîye. • Birêvebirina Kar û barên sporê (Idrottsförvaltningen), Çalakîyên zarok û ciwanan (Barn och ungdomsverksamhet). • Birêvebirina entegrasyonê (integrationsförvaltningen), Alîkarîya projeyan, (Projektbidrag), Alîkarîya çalakîyan (verksamhetsbidrag). • Birêvebirina perwerdeyê (Utbildningsförvaltningen). • Meclîsa Wîlayetê - Pêsîlêgirtina Aids- Seks û bihevrejîyînê (LAFA- Landstinget förebygga Aids-Sex och Samlevnad). • Komîsyona Wîlayetê ya Kar (Länsarbetsnämnden). • Enstîtuya Tendurîstîya Gel (Folkhälsoinstitutet). • Daîreya Entegrasyonê ya Gistî (Integrationsverket) • Daîreya serfkaran (Konsumentverket). • Birêvebirina Ciwanan (Ungdomsstyrelsen). • Wezareta Kar û barên Derve (UD). • Enstîtuya Swêdê (Svenska institutet). • Foruma Basûr a di derheqê welatê pasdemayî de (Forum Syd om u-länder). • Fonda Bîranîna Olof Palme (Olof Palmes minnesfond). • Yekîtîya Ewrûpayê- YE (Europeiska unionen- EU). • Fonda Mîratê ya Gistî (Almänna arvfondet) Arvfondsdelegationen Socialdepartementet 103 33 Stockholm

5.3 Proje
Proje yek ji wan babetan e ku divê komele girîngîyê bidê. Divê komele hertim hewil bide û projeyan amade bike, da ku bikaribe erkên xwe yên çandî û civakî bastir pêk bîne. Proje li ser mijareke taybetî ye û ji bo maweyeke diyarkirî ye. Her proje ji pêwîstîyekê derdikeve û li ser bingehê fikrekê tê avakirin. Ji bo projeyê, divê planeke birêkûpêk hebe.

Em li jêrê nimûneyeke lîsteya plana projeyê pêskêsî we dikin: Lîsteya plana projeyê • Navê projeyê Ger pêywendîya navê projeyê bi naveroka projeyê hebe, dê bastir be. • Fikra projeyê û sedema wê Ji bo çi fikreke weha? Îzaha sedemê • Mebest Hûn bi vê projeyê dixwazin çi bikin, çi bînin meydanê? Armanc Hûn dixwazin bigihêjin kîjan encamê? Divê encam bi terîmên ku mirov bikaribe bipîve bê nivîsandin. • Grûpa mijara projeyê Hûn bi encama projeyê dixwazin xwe bigihînin kê? • Plankirina demê Dema destpêk û qedandina projeyê • Rêxistin Kî dê besdarî projeyê bibin? Grûpa projeyê. Navê berpirsîyarê projeyê. • Tedbîr Ji bo ku mirov bi karibe bigihêje armancê û encamê werbigire, divê kîjan tedbîr bêne wergirtin? • Agahdarî Ger encama projeyê dê bê belavkirin, ew ê ji bo kê û bi çi awayî be? • Hesabê projeyê. Proje bi texmînî dê bi çi qas pereyî bibe mal? • Dokumentasyon Rapora projeyê • Pêskêskirin Encama projeyê dê çawa bê pêskêskirin?

6. Girêdana komeleyan
Di her civatê de ku azadîya bi awayê komeleyan ve, xwebirêxistinkirinê lê hebe, komele li gora armanc û qada xebatên xwe, di sewîyeya herêmî, neteweyî, yan jî navneteweyî de, hin girêdanên rêxistinî çêdikin. Armanc ji van girêdanên di sewîyeyên cuda de, ew e ku her komeleyek bikaribe bi komeleyên hevarmanc yên din re li ser wan pirsên ku pê mijûl dibin, dengê xwe hîn xurttir bikin û li ser çareserkirina wan pirsan, tesîrên xwe zêdetir bikin. Weke mîsal, mirov dikare komeleyên jinan, komeleyên ji bo astîyê, sendîkayên karker û karmendan, komeleyên kirêdaran, komeleyên penaber û biyanîyan, komeleyên kêmendaman (seqetan), komeleyên perwerdeyê û hwd, ji bo girêdanên herêmî, neteweyî û navneteweyî nîsan bide. Komîteyên Astîyê, LO, TCO, SAF, ABF, HSO, FKKS nimûneyên van girêdanên di sewîyeya neteweyî (riksnivå) de nin. Kurdên li Swêdê dimînin jî ji bo ku dengên xwe li ser pirsên ku ji bo hemû kurdên penaber hevbes in, ne bi tenê li bajarên ku lê dimînin, lê bi kurdên din yên ku li tevahîya Swêdê dimînin re bikin yek û bi awayekî xurt bidin bihîstin, di meha Gulana 1981ê de, Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê (FKKS) ava kir. Ji ber vê yekê, FKKS di navbera komeleyên kurdên rûnustevanên Swêdê de, girêdaneke rêxistinî ya azad e. Li welatekî weke Swêdê, pirsên kurdan ên hevbes, ew pirs in ku bi penaberîya me û bi nasnameya me ya neteweyî ve girêdayî nin. Pirsên ku li ser bingehê van herdu xalan, rojane derdikevin pêsîya me ku sedem û encamên wan hemû kurdan eleqedar dikin û tesîrê li jiyana wan dikin, ji bo girêdana komeleyên kurdan a rêxistinî, di bin sîwana FKKSyê de, ev zemîna hevbes peyda kirîye. Loma jî FKKS girêdaneke kurdên li Swêdê ya azad û rêxistineke wan a demokratîk a sembola pirs û armancên wan ên hevbes e.

FKKS AVAHÎYA WÊ Û GIRÊDANA WÊ YA BI KOMELEYÊN ENDAM RE
7. Kurtedîrok/ armanc û avahîya FKKSyê
7.1. Dîroka avakirina Federasyonê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di meha Gulana 1981ê de hat damezirandin. Wê demê, hem hejmara kurdên ku li Swêdê diman, kêm bûn û hem jî deverên ku ew lê bi cîh bûbûn, ne ew qasî zêde bûn. Xebata avakirina FKKSyê di sala 1979an de, di navbera ses komeleyên kurd de, dest pê kir ku li bajarên Stockholmê û Uppsalayê hatibûn damezirandin. Komeleyên ku dest bi xebata avakirina FKKSyê kir, ji alîyê avahî û girêdanên xwe ve, ne mîna komeleyên me yên nuha bûn. Her ses komeleyên ku FKKS ava kir, di bin tesîra hêzên siyasî yên cuda de bûn û endamên wan jî ji alîgirên hêzên siyasî yên wê demê pêk dihatin. Ji wan, pênc komele li Stockholmê qeyidkirî bûn û ya din jî li Uppsalayê bû. Endamên wan jî bi tenê ji kurdên rûnistevanên van herdu bajaran pêk dihatin.
Avakirina FKKSyê, pêwîstîyeke siyasî bû û ev bi saya lihevkirina komeleyên bi ser hêzên siyasî yên cuda ve pêk hat. Loma jî mirov dikare bibêje ku destpêka avakirina FKKSyê, ji bo hêzên siyasî yên di komeleyên avakarên FKKSyê de serdest bûn, weke platformeke hevbes derket ortê. Li gel vê yekê, rewsa siyasî ya li Swêdê û maf û îmkanên di warê xebatên komeleyan de hebûn jî ji bo amadekirna sertên avakirina Federasyonê tesîreke girîng kirîye û roleke erênî leyiztîye.

Di ser vakirina FKKSyê re, bîst sal derbas bûn û di van bîst salan de, di armanc û avahîya FKKSyê de, gelek guherandin çêbûnin. Ev guherandin hertim di kongreyên FKKSyê de, bi biryar û dengên endamên FKKSyê ve pêk hatinin. Lê, du xalên armancên FKKSyê henin ku ji dema avabûna wê û heta îroj her manin. Ev herdu xal bingehê pêwîstî û hebûna FKKSyê diyar dikin. Yek ji wan xalên armancên FKKSyê, "temsîlkirina kurdên Swêdê " ye û ya din jî " li tevahîya Kurdistanê, pistgirîya tevgera gelê kurd ya neteweyî û demokratîk " e. Ev herdu xal jî di maweya bîst salan de, hatinin sirovekirin û di xalên armancên FKKSyê de, bi formulasyonên cuda hatinin parastin. Weke hat behskirin, avahîya FKKSyê di salên derbasbûyî de, bi tecrube û minaqeseyên ku bi awa û pêvajoyeke demokratîk çêbûn, hatîye guherandin. Guherandina bingehî di sala 1986an de çêbû û FKKS ji wê rojê ve, xebata xwe li ser vê avahîya xwe ya nû didomîne. Ev guherandin bi biryara 15 komeleyên endam ên ku wê demê bi ser hêzên Kurdistanê yên siyasî ve bûn, pêk hat. Li gora vê guherandinê, FKKS ji komeleyên kurd ku li beledîyeyên cuda hatinin avakirin, pêk tê û prensîpa esasî ew e ku divê li her beledîyeyekê, bi tenê komeleyeke endam hebe.

7.2 Armanca FKKSyê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê yekîtîya armanc û xebatên komeleyên kurd temsîl dike. Federasyon rêxistineke kurdên Swêdê ya kurdistanî, demokratîk, civakî û kulturî ye. Navenda wê li Stockholmê ye. Ew ji alîyê Hikûmeta Swêdê ve resmî hatîye qebûlkirin û alîkarîyê jê werdigire. Ev alîkarî ne alîkarîyeke taybetî ku bi tenê ji bo FKKSyê ye. Ev li Swêdê, ji bo her awayê xebatên komeleyan, wek besekî mafên demokratîk tê hesibandin û ji bo hemû federasyonên biyanî yên bi avahî, xebat û hejmarên endamên xwe ve sertên wergirtina alîkarîyê pêk tînin, tê pêskêskirin. Federasyon li gel komeleyên endamên xwe, ji bo pêkanîna daxwazên kurdên Swêdê û çareserkirina pirsên kulturî dixebite. li Swêdê, parastin û pêsvebirina mafên demokratîk, yek ji wan erkên FKKSyê yên girîng e. Her weha FKKS ji bo ku gelê kurd bikaribe li tevahîya Kurdistanê bibe xwedîyê maf û azadîyên xwe yên neteweyî û demokratîk, pistgirîya têkosîna gelê kurd weke erkeke xwe ya bingehî dizane û di warê kirinên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî gelê kurd de, rûnistevanên Swêdê agahdar dike û hewil dide ku ji bo doza neteweyî pistgirîyê werbigire. Mirov dikare mebesta yekkirina komeleyên kurd ya di bin sîwana Federasyonê de, di van xalan de rêz bike:
• Pêywendîyên civata kurd li Swêdê xurttir bibin. • Komele di derheqê çalakîyên hevdu de bêtir agahdar bibin. • Ji tecrubeyên hevdu istîfade bikin. • Besdarî çalakîyên hevdu bibin. • Bi hevdu re çalakîyên hevbes organîze bikin. • Di kongreyên Federasyonê de, bi awayekî demokratîk bi hevdu re biryaran bidin. • Sînorên ku Kurdistan perçe kirîye û kurd ji hevdu bi dûr xistinin, di xebatên xwe yên hevbes de rakin. • Bi hevdu re li dijî zilm û nîjadperestîyê kar bikin. • Ji bo parastina nasnameya neteweyê kurd, bi hevdu re têbikosin. • Li gel rêxistinên swêdî yên demokratîk hevkarîyê bikin. • Li gora peymanên navneteweyî, ji bo penaberên kurd bixebitin. • Bi rêya çapemenîyê dengê xwe bigihînin gelê Swêdê.

Komeleyên kurd li Swêdê ji bo van armancan û ji ber gelek sedemên din, di bin sîwana Federasyonê de kom bûnin. Federasyon li navendê, temsîla wan dike û her komeleyeke endam li bajarê xwe temsîla Federasyonê dike. Yanî her bajarê ku komeleyeke endam lê hebe, Federasyon jî lê heye.

7.3 Avahîya FKKSyê
Avahîya FKKSyê weke ku di destpêkê de hat behskirin, ji komeleyên endam pêk tê ku ji alîyê kurdan ve li beledîyeyên cuda hatinin avakirin. Li gel vê, yekîtîyên meslekî û civakî yên ku xebatên xwe li seranserê Swêdê bi rê ve dibin jî dikarin bibin endamên Federasyonê. Avahîya FKKSyê li ser bingeh û prensîpên demokratîk hatîye danîn ku mirov bi maf û berpirsîyarîyên wekhev besdarî xebat û pêvajoya biryardayîna li ser armanc, avahî û xebatên wê dibe.
Endamîya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Endamîya FKKSyê bi biryara komeleyên ku dixwazin bibin endam û organên di warê qebûlkirina endamîyê de desthilatdar in, çêdibe. Ango, endamîya FKKSyê bi îradeya komeleyên ku dixwazin bibin endam û bi sertê ku ew destûra FKKSyê qebûl bikin pêk tê.

Qebûlkirina destûra FKKSyê, tê wê mahneyê ku komele bi armancên FKKSyê re ye û ji bo pêkanîna sertên endamîya xwe, amade ye ku heqê endamîya xwe bide û besdarî xebatên FKKSyê bibe. Ji bo ku komeleyeke kurd bikaribe bibe endama Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û ji alîyê wê ve bê qebûlkirin, divê endamîya wê komeleyê, bêyî ku li ferqa siyasî, dînî û hwd bê nerîn, ji bo hemû kurdên ji her alîyên kurdistanê vekirî be. Komeleyên li Beledîyeyan Komeleyên li beledîyeyan hatinin damezrandin, bingehê avahî û endamîya FKKSyê pêk tînin û qadên xebatên wan, beledîyeyên wan û beledîyeyên cîran in ku komeleyên kurd yên endamên FKKSyê lê tune nin. Prensîpa esasî ew e ku li her beledîyeyeke kurd lê dijîn, bi tenê komeleyek hebe ku hemû kurdên li wê beledîyeyê bikaribin bibin endamên wê komeleyê û bi tenê komeleyek bibe endama FKKSyê.

Mebesta bingehî ya ji vê prensîpê ew e ku heta ku mumkun be, mirov xebatên kurdên li Swêdê yên demokratîk bike yek, di navbera kurdan de zemînên xebata demokratîk ya hevbes xurt bike û bêyî ku li dîtinên siyasî, ferqên civakî û hwd bê nihêrin, wan tevî xebatên demokratîk yên yekgirtî bike. Li gel vê prensîpa esasî jî organên desthilatdar dikarin li gora hin sertên taybetî, endamîya du komeleyên li eynî beledîyeyê, yan jî li eynî bajarî qebûl bikin. Yek ji wan sertên taybetî ew e ku heger ew beledîye weke beledîyeya Stockholmê, beledîyeyeke mezin be û komeleyek bi tenê nikaribe hemû kurdan û xebatên wan ên demokratîk himbêz bike, wê gavê ji komeleyekê bêtir komele dikarin bibin endamên FKKSyê.

Komeleyên / Yekîtîyên meslekî
Di civata kurdan de jî weke her civateke din, meslek, berjewendî yan jî daxwazên cuda henin û ev yek ji bo civata kurd li Swêdê jî derbas dibe. Ev rewsa ha, pêwistîya rêxistinên cuda jî derdixîne ortê. Loma jî li Swêdê hin kurdên ku xwedîyên meslek û hinerên cuda nin, xwedîyên pirsên cuda nin, li ser hevbesîya meslek an jî hinerê xwe, xwe bi rêxistin kirîye. Bo nimûne; Yekîtîya Hiqûqnasan, Komeleya Nivîskaran û hwd. Ji ber ku mebesta avakirina FKKSyê, yekkirina xebat, îrade û daxwazên kurdên li Swêdê yên demokratîk e, bo nimûne; ji bo ku komeleyên meslekî bikaribin di kongreya Federasyonê de, bên temsîlkirin, hin rêyên taybetî ku sertên endamî û besdarîya wan hêsantir dikin, hatînin peydakirin. Ev yek hem ji bo civata kurd bi gistî û hem jî ji bo FKKSyê xurtbûn û pêsveçûnek e.

Komeleyên / Yekîtîyên civakî
Weke di hemû civatên din de jî xuya dibe, jin û ciwan bi hin taybetîyên xwe ve xwedîyên pirsên cuda nin. Ev rewsa ha, ji bo çareserkirina van pirsan pêwistîya avahî û xebatên taybetî çêdike. Civata kurd li Swêdê di vî warî de, gavên girîng avêtinin û van herdu alîyên/kategorîyên civata me yên girîng, rêxistinên xwe ava kirinin.

Di warê xebatên van herdu kategorîyên civata me yên rêxistinî de, tevî hemû kêmanî û dîtinên cuda, dîsa jî li Swêdê, avakirina rêxistinên jin û ciwanên kurd û berdewamîya xebata wan ji bo avahîya FKKSyê, bûyereke gelek girîng e. Di 1987an de, Yekîtîya Ciwanên Kurd li Swêdê hat damezrandin û di 1992yan de jî Yekîtîya Jinên Kurdistanê li Swêdê ava bû. FKKS di çêbûna van herdu yekîtîyan de, xwedîya roleke girîng e û her weha ev ji bo civata me pêsketinek e ku ev herdu alîyên civata me ya li Swêdê yên girîng bi rêxistin bûn û di xebatên me yên rêxistinî yên demokratîk de, cîhên xwe girtin.

Yekîtîya Ciwanên Kurd li Swêdê û Yekîtîya Jinên Kurdistanê li Swêdê ji jin û ciwanên endamên komeleyên FKKSyê pêk tên. Herdu yekîtî jî divê xebatên jin û ciwanên kurd yên li komeleyên endamên FKKSyê bikin yek û her weha her komeleyeke endam ji bo ku avahîyên van herdu yekîtîyan xurttir bibin, da ku bikaribin xebatên xwe hîn firehtir û bi hêztir bikin, divê di warê avakirina seksîyonên jin û ciwanan de bibe alîkar.

Li her komeleyeke endam, xurtbûna xebatên jin û ciwanên kurd dê hem xebatên komeleyên endam gestir bike, hem FKKSyê xurttir bike û hem jî ji bo civata kurd li Swêdê, bibe garantîya berdewamîya yekîtîya xebatên demokratîk.

Organên FKKSyê
Di kar û barên FKKSyê de, ji bo berpirsîyarî û desthilatdarîyê, organên cuda henin. Berpirsîyarî û desthilatdarîya organên FKKSyê jî weke her rêxistineke din, di destûra FKKSyê de hatinin diyarkirin. Destûra FKKSyê ji bo endam û birêvebirên karên FKKSyê, weke qanûnê ye û ev qanûn jî ne ji alîyê hin kesên ji derveyî FKKSyê ve, lê ji alîyê nûnerên komeleyên endamên FKKSyê ve tê tesbîtkirin. Loma jî hem xwendin û zanîna maf û berpirsîyarîyên endam û organên FKKSyê yên hilbijartî û hem jî pêkanîna wan, ji bo biserketina birêvebirin û besdarîya kar û barên komeleyan, sertên esasî nin. Organên ku di xebatên FKKSyê de, xwedîyên maf û berpirsîyarîyan in, hin organên hilbijartî û hin jî organên destnîsankirî (tayînkirî) nin. Mebest ji organên hilbijartî ew e ku ev organ li hember kongreya FKKSyê, bi awayên cuda berpirsîyar in û îskeleta xebatên FKKSyê pêk tînin. Organên destnîsankirî jî ew organ in ku ji bo hin karên li gora pêwîstîyê derdikevin holê, ji alîyê organên hilbijartî ve tên destnîsankirin.

Organên FKKSyê yên hilbijartî
Organên FKKSyê yên hilbijartî, li gora dora desthilatdarîya biryardayînê, ev in:

1. Kongre 2. Komîteya Gistî (KG) 3. Komîteya Karger (KK) 4. Komîteya Çavdêr (KÇ) 5. Komîteya Rawêj (KR)

Kongre ji alîyê desthilatdarîyê ve, organa FKKSyê ya herî bilind e. Ji ber ku FKKS yekîtîya komeleyên kurd li Swêdê ye, organa wê ya herî desthilatdar ji nûnerên komeleyên endam ên hilbijartî pêk tê. Her komele li gora prensîpa wekhevîya temsîlê, nûnerên xwe tesbît dike û vê organa FKKSyê ya herî desthilatdar derdixîne ortê. Loma jî divê Kongreya FKKSyê jî weke organeke hilbijartî bê dîtin û ji bo xebatên civata kurd li Swêdê yên demokratîk, weke îradeya gistî ya yekgirtî bê hesibandin û nirxandin.

Berpirsiyarî, maf û birêvebirina karên FKKSyê û organên wê yên hilbijartî di destûra wê de hatinin diyarkirin. Ji ber ku destûr bi tenê di kongreyan de dikare bê guherandin, girîng e ku dema komeleyên endam ji hin organ, armanc yan jî awayên xebatên FKKSyê ne razî bin, yan jî di van waran de kêmanîyan bibînin, divê bi awayekî aktîf besdarî kongreyên FKKSyê bibin û ji bo guherandinan hewil bidin. Lê divê heta ku guherandin çênebin, rêza destûra FKKSyê bê girtin, da ku berdewamîya vê zemîna xebatên civata kurd li Swêdê ya hevbes, misogertir bibe.

Komên xebatê û desthilata wan.
Xebatên FKKSyê ji gelek qad û babetên cuda pêk tên. Hemû jî xwedîyên taybetîyên cuda nin û loma jî ji bo ku xebatên di van qad û babetan de, bi serketî bin, pêwîstî bi komên xebatê heye. Organên FKKSyê li gora pêwîstîyê, dikarin komên xebatê tayîn bikin. Awayên xebata wan û berpirsîyarîyên wan ji alîyê organên hilbijartî ve tên dîyarkirin. Lê endamên di van koman de berpirsîyarîyê werbigirin, divê di qad û babetên xwe de, pispor bin. Û herweha divê neyê ji bîr kirin ku her komên xebatê di karê xwe de, li hember organên hilbijartî berpirsiyar e û divê xebata xwe li gora biryarên organên FKKSyê bi rê ve bibe. Ji ber ku li hember kongreya FKKSyê, bi tenê organên di kongreya FKKSyê de hatinin hilbijartin, berpirsiyar in. Ev yek jî li gora prensîpên xebata demokratîk tê wê mahneyê ku bi tenê organên berpirsiyar dikarin biryarê bidin. Yên ku divê di kongreyê de, mihasebeya xebatên xwe bidin, organên FKKSyê yên hilbijartî nin, ne organên tayînkirî nin.
Li gel vê yekê jî komên xebatê di kar û barên FKKSyê de, xwedîyên rolên girîng in. Pirsa mafê biryardayîn û berpirsiyarîyê, divê nebe sedemên ku mirov girîngîya komên xebatê nebîne, yan jî kêm bike.

7.4 Aborîya FKKSyê
Weke her komeleyeke îdeel, divê aborîya FKKSyê jî li ser bingehê heqê endamîyê û hatinên ji xebatên FKKSyê pêk bê. Lê weke ku destpêkê de jî hatibû diyarkirin, taybetîyên jiyana komeleyatî ya li Swêdê û îmkanên ku civat bi xwe ji bo xebatê komeleyan amade dike, di aborîya FKKSyê de jî xwe nîsan didin. Ji dema ku Daîreya Kar û Barên Biyanîyan (SIV) - navê wê nuha bûye Integratonsverket - qebûl kir ku FKKS rêxistineke di sewîyeya neteweyî de ku mafdarê wergirtina alîkarîya dewletê ye, ji %90ê aborîya FKKSyê, ji alîkarîya vê daîreya dewletê pêk tê.

Ev rews ji bo tevahîya Federasyonên biyanîyan weha ye. Lê weke ku berê jî hatibû behskirin, alîkarîya dewletê bi hejmara endamîyê ve û bi îsbatkirina dayîna heqê endamîyê ve girêdayî ye. Heger di kontrolên daîreyên desthilatdar de derkeve ortê ku endamên FKKSyê heqên endamîya xwe nedanin, wê gavê, alîkarî bi tenê li gora nîsbeta hejmara endamên ku heqên endamîya xwe danin, tê dayîn. Loma jî divê her komeleyeke endam her sal, heqê endamîya xwe di dema xwe de, bisîne û divê ev yek di qeyidên deftera FKKSyê ya aborî de, xuya bibe. Ji bilî heqê endamîyê û alîkarîya dewletê ya li gora hejmara endamên ku heqên endamîya xwe danin, aborîya FKKSyê ji projeyên ku ji bo xebatên cuda tên amadekirin, pêk tê. Mihasebeya alîkarîya ku ji bo projeyan tên wergirtin, divê di dema tesbîtkirî de, ji bo wan dezgehan bê pêskêskirin ku pereyên alîkarîya projeyan ji wan hatinin wergirtin. Her weha divê bê zanîn; alîkarîya ku dewlet li gora hejmara endamên ku heqên endamîya xwe danin, dide, bi tenê ji bo xebatên FKKSyê yên navendî ye, ne ji bo xebatên komeleyan e. Di qaîdeyên xerckirina alîkarîya dewletê de, pir bi zelalî tê diyarkirin ku ew alîkarî bi tenê ji bo xebatên rêxistina alîkarîwergir ên navendî ye. Di vî warî de jî gelek caran sastêgihistinek heye ku di nav FKKSyê de, dibe sedema minaqese û nakokîyên nepêwîst. Loma jî pêwist e ku divê komeleyên endam xwe û endamên xwe di vî warî de, bas agahdar bikin.

7.5 Prensîpên maf û berpirsiyarîyên FKKSyê li hember komeleyên endam û yên komeleyên endam li hember FKKSyê
7.5.1 Maf û berpirsiyarîyên FKKSyê li hember komeleyên
endam

Federasyon û komeleyên xwe ji bo armancên hevbes têdikosin. Ji ber vê yekê, yek bê ya din nabe. Ger komele nebin, tu mahneyeke Federasyonê jî namîne; ger Federasyon nebe, yekîtîya xebatê pêk nayê. Çalakbûna her yekê ji wan, tesîra xwe raste rast li ser ya din dike. Her federasyoneke biyanîyan ya li Swêdê, di welatê xwe de, xwedî dewlet e û li Swêdê jî sefaretên dewletên wan henin. Besek ji karên siyasî, civakî û kulturî ji xwe, ji alîyê van sefaretan ve tê kirin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji penaberên neteweyekî perçekirî ku ji welatekî dabeskirî tên, pêk hatîye. Ew bi saya pistgirîya endamên xwe, erkên xwe bi cîh tîne û li hember endamên xwe û kurdên rûnistevanên Swêdê berpirsîyar e.

Federasyon divê: • Di nav komeleyan de, çi li qada herêmî, çi jî li seranserê Swêdê, kurs, semîner û civînan pêk bîne. • Komeleyan ziyaret bike. • Çalakîyên komeleyan di Berbangê de biwesîne û her carê komeleyeke endam bide nasandin. • Besdarî kongreyên komeleyan bibe. • Gava pêwîst be, alîkarîya komeleyan bike û ji bo çareserkirina problemên wan hewil bide. • Bi sertê ku karên wan ne li dijî armancên Federasyonê bin, midaxeleyî wan neke û divê her komele di karê xwe de azad be. • Ji bo xurtkirina komeleyan hewil bide û Berbangê ji endamên komeleyên endam re belas bisîne. • Ji bo organîzekirina xebatên hevbes ji komeleyên endam yên nêzî hevdu, komîteyên herêmî pêk bîne.
Mixabin hin komele henin ku endamîya xwe ya Federasyonê bi tenê ji bo mebestên aborîyê bi kar tînin. Divê ji bo me pir eskere be ku Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê rêxistineke alîkarîwergir e û li gora qanûnan, ew nikare alîkarîyê bide. Her komeleyeke endam jî li gora xebatên xwe û hejmara endamên xwe, alîkarîyê li bajarê xwe werdigire û divê ew wê alîkarîyê li çalakîyên xwe xerc bike.

7.5.2 Maf û berpirsiyarîya komeleyan li hember FKKSyê
Me got ku xurtbûn an jî qelsbûna komeleyên endam tesîra xwe raste rast li çalakbûna Federasyonê dike. Divê bê gotin ku gelek komeleyên Federasyonê yên xurt û bi tecrube nin, lê tecrubeyên hin komeleyên endam jî kêm in. Di pêvajoya xebatên komeleyan de, hat dîtin ku hin endamên komeleyan karên civakî û kulturî didin alîyekî û xebatên sîyasî derdixin pês. Vê yekê ji bo Federasyonê û komeleyên endam gelek problem çêkirin û serbixwebûna komeleyên endam xist talûkeyê. Ji bo ku ev bûyer dîsa çênebin, pêwîst e ku komeleyên endam xwe dûrî helwestên grûpî bikin. Mebest bi vê yekê ne ew e ku endamên komeleyekê nikarin besdarî karên sîyasî bibin û bibin endamên rêxistinên sîyasî. Mebest bi tenê ev e ku gava ew hatin nav komeleyê, divê ew li gora destûra komeleyê bixebitin. Li derveyî komeleyê, herkes di bîr û rayên xwe de azad e. Bi vî awayî, hem rêza karên endamên komeleyê yên sîyasî tê girtin û hem jî serbixwebûna komeleyê tê paraztin.

Divê komeleyeke endam di vê çarçoveyê de;
• Besdarî çalakîyên Federasyonê yên gistî bibe. • Bersiva name û daxwazên Federasyonê bide. • Di xebatên herêmî de çalak bin, rexne, pêsnîyar û dîtinên xwe bigihîne Federasyonê. • Gava kongreya xwe çêbike, nûnerên Federasyonê dawet bike. • Nûnerên xwe bisîne kongreya Federasyonê. • Di warê çalakîyên xwe de, agahdarîyan ji Berbangê re bisîne. • Ji bo xurtkirina Federayonê hewil bide. • Xwe ji dijîtîyên sîyasî bi dûr bixe û destûrê nede ku dijîtîyên sîyasî bên nav komeleyê. • Heqê endamîya xwe bisîne Federasyonê. Ji bo vê jî pêwîst e ku hersal li gora sala malî, yanî di 01.01- 30.12 an de, heqê endamîya xwe bisîne postgîroya Federasyonê.
Ji ber ku hin komeleyên endam di 1996an de, heqên endamîya xwe nesandibûn, Federasyonê nikarîbû ji bo maweya salekê, alîkarîya temam werbigirta. Ev jî bû sedema krîzeke mezin. Ji bo ev kêmanî dîsa çênebe, pêwîst e ku komîteyên komeleyên endam ên karger li ser sandina heqê endamîyê, bi awayekî cidî rawestin.

Gava di qeyida deftera aborî de, diyar bibe ku endamên komeleya li beledîyeyekê, yan jî li bajarekî, heqên endamîya xwe nedabin, bê ew komele çawa ji alîkarîya ku civatê ji bo karên komeleyetîyê veqetandîye, dê nikaribe îstîfade bike, herweha ger komeleyên endamên FKKSyê jî bi sandina heqên endamîya xwe ve girêdana xwe ya bi FKKSyê îsbat nekin, wê gavê, FKKS jî nikare ji alikarîya civata Swêdê îstîfade bike ku ji bo karên navendî yên li çaroveya Swêdê tên kirin, tê dayîn. Ango, heqê endamîyê îsbatkirina endamîyê ye û ev yek ji bo FKKSyê jî derbas dibe. Ger komeleyek endamîya xwe ya salane nede, li gora destûra Federasyonê, mafê nûnerên wê tune ye ku di kongreya Federasyonê de deng bidin.

7.6 Girêdanên FKKSyê yên di sewîyeyên neteweyî û navneteweyî de
FKKS ji bo gihastina armancên xwe yên di destûrê de, hatinin destnîsankirin, bi hin rêxistinên biyanî yên din û swêdîyan re hevkarîyeke birêxistinî dike. Ji bilî vê hevkarîyê û danûstandinên demî ku li gora pêwistîyên xebatê derdikevin holê, FKKS endamên van herdu rêxistinan e: SIOS, ABF.

1. SIOS
SIOS (Organa Hevkarîya Rêxistinên Biyanîyan li Swêdê) ji 15 Federasyonên biyanîyan pêk tê û di dawîya salên 80yî de hatîye avakirin. SIOS di derheqê pirsên biyanîyan yên hevbes ( Bo nimûne; mafê kar, penaberîyê, siyaseta întegrasyonê û hwd) de, berdevkîya helwestên van rêxistinan yên hevbes dike. Ji salê carekê, kongreya xwe çêdike û her ji salekê carekê, federasyoneke biyanî ya endama SIOSê, bi dorê dibe seroka SIOSê. FKKS ji sala 1996an ve endama SIOSê ya esil e.

2. ABF
ABF (Arbetarrörelsens Bildningsförbund - Yekîtîya Tevgera Karkeran a Perwerdeyê), li Swêdê yek ji wan mezintirîn yekîtîyên îdeel ên perwerdeyê (studieförbund) ye. Dîrokeke wê ya kevin heye û xebateke çand û perwerdeya gel a berfireh dike. Pistî ku FKKSyê bi ABFê re gelek salan, hevkarîyeke pir nêzîk kir, nuha bûye endama wê. Hevkarîya FKKS û ABFê ya di warê perwerde û xebatên kulturî de, roj bi roj firehtir dibe.

Loma jî girîng e ku komeleyên endamên FKKSyê jî di sewîyeya herêmî de, bi ABFê re danûstendin û hevkarîyên xwe xurttir bikin û pêsdetir bibin. Ji bilî van hevkarîyên FKKSyê yên bi rêxistinên Swêdê re, danûstandinên FKKSyê li Ewrûpayê, bi rêxistinên kurdan ên hevarmanc re hertim xurt bûnin û hewildanên ji bo di sewîyeya Ewrûpayê de, di navbera rêxistinên kurdan ên demokratîk de, zemîneke hevbes bê avakirin, hertim di rojeva xebatên FKKSyê de, cîhekî girîng wergirtîye. Hin konferansên ku ji alîyê FKKSyê ve hatin amadekirin, di vî warî de gavên hêja bûn, lê ji ber sedemên cuda, heta nuha jî hîn tu encam nehatîye wergirtin.

7.7 Dawî/encam
Di vê burosurê de, li ser xebatên komeleyan û FKKSyê agahdarîyên kurt hatinin amadekirin. Divê neyê jibîrkirin ku di civakeke weke civaka Swêdê de ku di warê komeleyên îdeel de, xwedîya dîrokeke girîng û jiyaneke berfireh e, gelek agahdarî, pirtûk û materyalên din henin ku ji tecrubeyên jiyana komeleyetî yên cuda, agahdarîyên girîng tên amadekirin û pêskêskirin. Loma jî dê bas be ku li her komeleyeke endam, ji bo karên perwerdeya di warê xebatên komeleyan de, hewildanên berdewam hebin û divê ew ji agahdarîyên bi zimanê swêdî jî îstîfade bikin. Ji bo jiyan û xebatên kurdan ên komeleyetîyê bi serketî bin, divê ev hewildan hertim di rojeva komeleyan de bin.

Amadekar: M. Aydogan ,V. Tanrikulu
________________________________________
Çavkanî û pirtûkên referens yên bi zimanê swêdî ku mirov dikare di warê xebatên komeleyan de, îstîfadeyê ji wan bike:
*Folkrörelse och Föreningsguider (Ges ut av inrikesdepartementet, beställning Fritzes Kundtjänst 106 47 Stockholm, Fax: 08-20 50 21, tfn. 08-690 90 90)