Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
Encamnameya konferansa Stockholmê
2010-12-23 13:00
fkks
info@fkks.se
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi bêşdariya Serokê KADEPê Şerafettîn Elçî, Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel û Parlamenterê Şirnexê yê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Hasip Kaplan di 7ê Sibata 2010ê de li Paytaxta Swêdê li Stockholmê li ser pêvajoya ’rêlibervekirina’ pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê konferansekê li dar xist. Konferans ji aliyê derûdorên cûda yên siyasî û civakî, medyeya kurdî û hevwelatiyan ve bi baldarî û girseyî hat guhdarî kirin.

Konferans ji aliyê sekreterê malî yê FKKSê Selam Cizîrî ve hat vekirin. Piştî rêzligirtina şehîdê Kurd û Kurdistanê Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan li ser pêvajoya “rêlibervekirina” pirsa kurd li Tirkiyeyê dîtinên FKKSê anî zimên. Wê diyar kir federasyon bi erenî li vê pêvajoyê dinêre û pêşniyarê Fedresayonê xal bi xal pêşkêş kir.

Konferans di sê beşan de hat taqdîmkirin. Di beşa yekemîn de gotarbêjên konferansê dîtinên partiyên xwe li ser pêvajoyê “rêlibervekirina” pirsa kurd pêşkêşî konferansê kirin, di beşa duyem de rojnamevan Eşref Okumuş bi persektifa rojnamegeriyê bi bêşdarvanê konferansê re axifî, pirsên xwe pêşkêşî wan kir û bersîva wan wergirt û di beşa sêyem de jî guhdrervanan pirsên xwe ji gotarbêjên konferansê kirin. Konferans bi daxuyaniyekê dawî hat.
Serokê KADEPê Şerafettîn Elçî di axaftina xwe de diyar kir ku ev cara pêşîn e ku hukmet bi navê kurd dest avêtiyê pirsa kurdî û dixwaze bi riya demokratîk vê pirsê çareser bike. Ev nuxteyekê gelek girîng e, ji ber heta nuha dewlet û hukmetên Tirk pirsa kurdî wek pirsa terorê bi nav dikirin û çaresiyê jî bi riya arteşê didîtin. Navlêkirina pirsê û metoda çareseriya wê hêviyekê dide merivan.

Lê di pêvajoya de derket ortê ku ne hukmet, ne jî raya giştî ya Tirk ji vê “vekiribê” re amade bûn û tu projeyên konkret yê hukmetê tunebû ku ew pirsa kurd çawa çareser bike û kurd jî di vî warî de ne amede bûn. Li gel vê ji partiyên muxalefetê CHP û MHP bi tundî dijî vê “vekirinê” derketin, hukmeta AKP di gavavêtina xwe de du dil ma û hin jî gelên tirk û kurd nizanin dê hukmet gaveka çawa bavêje.
Serokê Kadepê Şerafettîn Elçî di axaftina xwe de got ku, divê kurd di perwerdeya zimanê kurdî de bi israr bin û dev ji vê daxwaza xwe bernedin, lê Qanûna esasiya heyî rê nade ku ev bi cî bibe, heta li Tirkiyeyê Qanûna Esaasî neyê guhartin mafê bidestxistina perwerdeya zimanê kurdî, pêşvebirina demokrasiyê û çareserkirina pirsa kurd nemumkun e. Pirsa sereke pirsa guhartina Qanûna Esasî ye.
Li gor gora Elçî divê partiyên kurd yên legal, dezgehên sivîl û vekirî û kadroyên siyasiyên kurd li ser van sê xalan li hev bikin.

Divê li ser bingeha hevwelatiyê Qanûneka Esasî bête çêkirin û tê de wekhevî hebe.
Divê dev ji daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî neyê berdan.

Sîstema îdarî ya heyî bête guhartin, sîstemeka li ser ademî merkezîyetî ava bibe û her herêm xwe bi xwe îdare bikin.
Parlamenterê Şirnexê yê BDP Hesip Kaplan di axaftina xwe de got ku; em li ser pira selatê ne ji aliyekê de hêvî heye ji aliyê din de jî zulm heye. Piştî 87 salane cara yekem e di Meclîsa Mezin ya Tirkiyeyê de pirsa kurd tê munaqeşekirin. Ev jî bi saya bedelên ku heta nuha hatin dayîn e. Gelê kurd bi hemu aliyên xwe li ser lingan e û dînamîka herî xurt a guherandinê ne.

Partiya AKP û hukmeta wê di çareseriya pirsa kurd de ne samîmî ye. Li gora broşora ku hukmet ji raya giştî re eşkere kiriye ev tişt diyar dibe ku têde tiştekî konkret nîne, tenê garantiyê dide gelê Tirk ku ew ê destûr nedin zimanê kurdî bibe zimanê perwerde.

Serokwezîr dibêje 75 wekîlê min yên eslê wan kurd in, hene. Lê ew wekîl ji bona kurdan di Meclîsê de pêşniyarekê berbiçav heta nuha neanîne rojevê. Piştî 10 salan wexta belgeyên Meclîsê yê dizî vebibe dê diyar bibe ku di Meclîsê de kî û kîjan partî çiqas pêşniyaz anîne Meclîsê.
Pirsa kurd ne pirsa teror û asayişê ye. Muxatabê pirsê partiyên kurd in û em xwe wek muxatab dibînin. Lê muxatabê çekdanînê ne BDP, PKK ye.

Heta Qanûna Esasî ya bingehîn nehê guhartin li Tirkiyeyê tiştekî nahê guhartin. Betalkirina protokola EMASYAyê gavekê erênî ye lê partiya AKPê û hukmeta wê nuha dixwaze Musteşariyekê nu ava bike û selehiyeta wê fireh bike.

Kaplan got, heta Qanûna Esasî neyê guherandin guhartinek li Tirkiyeyê çênabe. Armanca partiya wan ew e ku di Qanûna Esasî de; Wekhevî, mafê kolektifî, perwerdeya bi zimanê zikmakî û xurtkirin û zêdekirina selehiyetên îdareyên herêmî bên bi cî kirin.

Serokê Hak-Parê Bayram Bozyel di axafina xwe de destnîşan kir ku, projeya hukmeta Akpartî ku destpêkiriye encama têkoşîna gelê kurd e û divê meriv wek qezencekê tevgera kurd binîrxîne. Di encamê de siyaseta berê ya dewletê înkar kir, lê di şûna wê de siyasetekê nû nehatiye danîn. Berandambûna Tirkiyeyê ya YE, guharînên Rojhilata Navîn dewleta Tirkiyeyê mecbûr kir ku ew gav ber bi çareseriya pirsa kurd de bavêje. Lê statkoparêz, leşker, Erkenekon,CHP û MHP bi tundî li dijî guherandinê ne û AKP jî di eslê xwe de ne partiyêkê demokrat e û di hundirê xwe de baskên cûda hene. Çareserkirina ku ew difikire ne wek çareseriya me kurdan e. Lê mixabin di vê pêvajoyê de jî kurd û tevger û hezên wan leqayît man; yanî helwesteka kurdan a muşterek tuneye. Divê di nav kurdan de pir partîtî� hebe, lê problema wan ew e ku di navbera wan de hevkarî û tevkarî tuneye.

Ev projeya hukmetê piştî buyera Reşadiyê, girtina DTP û serokşaredarên kurd û bi hatinên însanên ji Qendîlê û Maxmûrê xitimiye. Îro zemîna siyasetê şemetok e, pêvajo tevlihev e, karin bûyarên din biqewimin. Hukmet jî du dil e. Lê carek “cîn ji şûşê derketiye” û ev gav êdî paşve nahê avêtin.

Li gor Serokê Hak-Parê federasyon çareseriyekê maqûl e. Lê ev riyekê dûr û dirêj e. Beriya wê gelek daxwazên aktuel hene ku di van 25 salên dawiyê de rû dane divê ew bên çareserkirin.

Konferans bi encamnameyekê dawî hat.
Encamnameya konferansa FKKSê ya li ser “Rêlibervekirina” pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê:
•Heta pirsa kurd çareser nebe, demokrasî li Tirkiyeyê bi cî nabe.
•Divê Qanûneke Esasî ya nûh were çêkirin, hemû maf û azadiyên kurdan bên naskirin, zimanê kurdî bibe zimanekî resmî yê perwerdeyê
•Divê mafê Kurdan yên kolektifî bên qebûlkirin
•Divê Kurd di herêma xwe de desthilatdar bin
•Divê vesayeta leşkeran li ser hukmetê rabe û ew di bin kontrola sivîl de bin
•Divê hemû şaredar û zarokên ku di girtîgehan de ne, serbest bên berdan.
fkks.se/"www.fkks.se