Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, konferansa xwe yê salane di rojên 28-29/11/2009´an de li Stockholm Kärsögården pêkanî. Di konferansê de serok û nûnerên komeleyên endam , endamên komîteya giştî, komîteya karger, komîteya rawêj û komîteya çavder beşdarî kirin. Piştî vekirina Konferansê, Seroka Federasyonê Şermîn Bozarslan li ser karên salekî bi kurtî agahdarî da û bi giştî nirxandinek pêşkeş kir.
Endamên Komîteya Karger û berpirsên Komîtên Kar; Sekreter Pirşeng Tuwana, berpirsê Komîta Kulturî Jotiar Şerîf, berpirsê Berbang û Ragîhandinê Kovan Amedî, berpirsê Aborî Selam Cizîrî, berpirsê têkiliyên Navxweyî Serdar Dizeyî, bepirsê Karên Ciwanan Şukrî Demir, berpirsê Komîteya Pirsên kêmendaman û salmezinan li ser kar û xebatên xwe agahadrî dan û bersîvên pirsên beşdaran dan.
Di konferansê de Grûbên Kar hate pêkanîn. Ev grûbana li ser du pirsan xebitîn. Pirsa yekem ew bû, numûneyek bo karên komeleya xwe yê serkeftî bidin, ya duwem jî pêşniyarek zelal bo rêxistina vî demî bidin. Ev grubana encamên minaqeşeyên xwe pêşkeşî konferansê kirin.
Cîgîrê berê yê Serokwezîrê Herêmî Kurdistanê, endamê polîtburoya YNKê û berpirsê pêywediyan Îmad Ehmed ji bo karek rêxistinî li Stockhomê bû, evarê hat serdana konferansê. Îmad Ehmed, li ser rewşa dawî ya Kurdistana Başûr agahdarî da û piştî agahdariyan bersîva pirsan da.
Roja duwem jî berpirsên hereman li ser kar û xebatên xwe û rewşa komeleya agahdarî dan. Rewşa komeleyan û xebatên wan hate nirxandin.
Konferansa ciwanan
Di heman wextî da , di lokalekî dî de ciwanên komeleyên endam konferansê xwe pêkanîn. Di konferansê de, Ismail Kamil, rojnamevan Eşref Okumuş û Dilşa Demîrbag Sten û nûnerê komeleya akademisyenên kurd semîner dan. Semîner li ser kesayetiyên Kurd ku di civata Swêdê de pêşketine, pirsên civakî û pirsên ciwanan bû. Piştî semîneran ciwan, li ser pirgirêka rêxistina xwe minaqeşe kirin. Ciwanên beşdar biryar girtin ku rêxistina xwe ji nû ve jîndar bikin. Ji bo vê yekê jî 11kes hatin hilbijartin ku bi alîkariya komelên endamê Federasyonê amadekarîya kongreya YCKê bikin. Berpirsê karên ciwanan Sukri Demir konferansê birêvebir.
Hin ji biryarên ku di konferansê :
Ji bo FKKSê malperek nû bê vekirin.
Raporên xebatê bo komelan jî bête şandin.
Bûtçeyek taybet bo ciwanan bête kifş kirin da ku ew bikaribin amadekariya kongreya xwe bikin.
Pêşniyara KOMKAR-EU yê ku nameyek ji Sosyalist Enternasyonalê re bê şandin ku partiya nijatperest CHP ji endametiya Sosyalist Enternasyonalê bê derxistin, hate pejirandin ku FKKS jî îmza xwe bavêje binê nameyê.
Li ser pirsa Kurdistana Bakur û pêvajoya dawî , konferansek bê amadekirin . Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan, Berpisê Berbang û Ragihandin Kovan Amedî û Berpisê Komîteya Kultur Jotiar Şerîf û berpirsê aborî Selam Cizîrî ji bo amadekariya konferasê kar bikin.
Herweha digel rêxistinên Kurdistana Rojhilat û Rojava jî li ser pirsên dawî civînên guftûgoyî bête amade kirin.
berbang.org