Menu


Aycan Şermîn Bozarslan Ordförande

Sök Nyheter




Pirseng Twana, Sekreterare

Selam Ciziri, Ekonomiansvarig

Qasim Qehremanî, Berbang, pressansvarig

Jotiar Serif, ansvarig för interna relationer

Ferheng - Lexikon

Welat Kilicaslan- kulturansvarig

Seroka FKKSê Bozarslan :' Tîmekî profesyonal, nûjen û bi hêz divê"


Axaftina seroka FKKSê Aycan Şermin Bozarslan di konferansa salane ya 2009ê de ku di 28/29ê Mijdarê de(November)li Stockholm Kärsögårdscenterê pêk hat.

seroka FKKSê Aycan Şermin Bozarslan

Birêz nûner û serokên komeleyên endam!
Birêz endamên Komîteya Giştî!

Em endamên komîteya karger bi dilgermî xêrhatina we dikin. Hûn ser seran û ser çavan hatine bo konferansa salane bi navê Federasyonek li gor vî demî.

Me xwest wek konferansên her salî di destpêkê de bi hevûdu re nirxandina xebatên ku di nav salekê de hatine kirin bikin, li we guhdarî bikin û bersivên pirsên we bidin.

Komîteya Karger li ser navê komîteya giştî rapora xebatê ya salekî pêşkeşî we dike. Ji bo we hatibû şandin lê dîsa ez dixwazim bi xetên giştî behsa çend xebatên ku hatine kirin û rewşa Federasyonê bikim.

Piştî kongreyê me avahîyek (xanîyek) nû sitand. Ev yek gelek wext û enerjîya me girt. Karê burokrasî di van rojên dawî de xilas bû. Avahîya me bi fermî li ser Federasyonê qeyt bû.

Me digel kitêbxaneya kurd û komeleya nivîskarên kurd civînekî li ser mediakurd li internetê amade kirin.
Newroz amade kirin, bîranîna Helepçe organize kirin. Serokê partiya gel, seroka partiya sosyaldemokratan, parlamenterên ji partiya çep û moderat di Newrozê de beşdar bûn. Di bîranîna Helepçeyê de sekreterê partiya sosyal Demokrat, serokê partiya çep, parlamenter ji Partiya moderat, partiya gel beşdarî kirin û axaftin kirin. Di Newroz û bîranîna Helepçeyê de di qada bilind de beşdarîya partiyên swêdî bo me şanezeyekî bû.

Me di dema hilbijartina Yekitiya Ewrûpayê de bi beşdariya kandîtên kurd û swêdî panelek amade kir. Em di nav SIOS ê de, di nav komîteya parlamenter bo mafên mirovî li Tirkîyeyê de, di nav grûba referens a beşa integrasyonê de, di nav kîtêbxanaya kurdî de, konferensên dialogê bo Iraqa Federal de cî girtin.

Me digel mamostan û ciwanan konferens amade kirin. Daxûyanî li ser hilbijartin, Tv ya kurdî, çareseriya pirsa kurdî, protesteya rejîma Iranê û çend babetên dî belav kirin.

Komeleyên me jî gelek çalakîyên curbecur pêkanîn. Hin komeleyên me kar û projeyên baş ji bo zarok û malbatan çêkirin. Hin komeleyên me ji bo ciwanan çalakîyên werzîşî amade kirin. Em divê îro behsa van karên baş bikin. Di nav minaqeşeyên grûban de divê her komele dê yek nimûneyekî kar yê serkeftî bike, dû re pêşniyarê xwe zelal/konkret li ser Federasyonekî li gor vî demî bike. Wexta em pêşniyarên xwe dikin li ser îmkanên FKKS jî bifikirin, ne bi tenê îmkanên madî, herweha însanên ku ji bin vî barî karin rabin jî bifikirin û realîst bibin.

Şertên ku em niha tê de ne dest dide ku her yek ji me wek şexs di çend rêxistinên cewaz ên kurd de endam bibin. Wek mînak, li gor şertên nû, jin û ciwanan dikarin di nav rêxistinên xwe de û di nav komeleyekî me de jî endam bin. Girîng e ku hejmara jinan di komeleyên me de zêde bibin.

Gelek kes dipirsin çima ciwan di nav Federasyonê de ne çalak in. Ez bawer nakim ku ciwan di struktura Federasyonê ku li gor pêwistî, daxwaz û şertên penaberên kurd yên nifşa yekem hatiye avakirin de karibin bi dirêjî kar bikin. Lê ew dikarin ji xwe re, li gor daxwaz û rewşa xwe modelekî rêxistinî hilbijêrin, li gor dilê xwe kar bikin. Em jî divê midaxeleyê karê wan nekin, lê piştgirîya wan bikin.
Gelek girîng e ku Federasyon digel rêxistinên kurd li Swêdê hevkarî bike, hewl bide ku kurd nêzî hev bibin, digel hev bo berjewendiyên giştî ya kurdan û ji bo pirsên civakî, pirsa ziman û nasname li Diasporayê kar bikin.

Di vî dema ku pirsa kurd li Tirkiyeyê tê minaqeşe kirin û pêvajoyekî nû hatiye destpêkirin de hawce ye em jî di vê pêvajoyê de beşdarîyê bikin, semîner, konferans pêk bînin, hevkarîyên pêwîst pêk bînîn. Pirsê di nav civata kurd de, lê digel suryanî, asûrî û tirkan jî minaqeşe bikin.

Nûnerên hêja,
Niha li Swêdê nêzikî 150.000 kurd hene. Daxwazên wan, dîtinên wan, şertên wan cewaz in. Em nikarin bi tenê çend hezar kesên ku endametî didin bersiva daxwazên ewqas kurd bidin.

Li der dor a FKKS bi hezaran kurd hene. Em dixwazin ewana ewil endam bibin û bi awayekî piştgiriya me bikin dû re daxwaz û rexneyên xwe ji me re pêşkêş bikin. Min çend sal in ku pêşniyar dikim di Newrozan de yên ku endam in bi erzantir bîlet bistînîn. Yên ku ne endam in jî li ber derî bi vî awayî endam bibin.

Li gor destûra me rola me, wezîfeya me herî girîng bo ziman, nasname, kultur û herweha ji bo pirsên civakî li Swêdê karkirine ye. Divê em li gor armancên Federasyonê nirxandina kar bikin. Me çiqas van armancan bi cîh anîn, îmkanên me çiqas dest dan, astengî çi bûn.

Federasyonekî li gor vî demî, profosyenelî dixwaze, kanslîyeke xurt dixwaze. Infrastrukturekî baş û berdewamî dixwaze.

Li Federasyonê divê çend kesên ku bi swêdî û ingilizî baş dizanin jî kar bikin. Evana ji bo bi cîh anîna armancên FKKS projeyên mezin bikin, raporên referensî amade bikin, di media û raya giştî ya Swêdê de armancên FKKS, kurd û pirsên kurd bidin nasandin. Di minaqeşeyên civata Swêdê de beşdarî bikin. Agahdarî belav bikin, arkiv çêbikin, lokal vekirî bihêlin.

Me bi fedakarî gellek kar kirin, pir çalakî li dar xistin. Lê her kar hendî di wexta vala de nayê kirin, divê gellek kar di nav hefteyê de, di dema kar de ji alîyên karmendên profosyonel bête kirin. Li gor bawerîya min bo selametiya Federasyonê baştir e ku endamên Komîteya Karger nebin karmend û ji aliyê aborî ve ji Federasyonê re pê girêdayî nebin.

Heta em nebin xwediyê tîmekî profosyonel, nûjên û bi hêz, heta komeleyên me bi profesyonelî kar nekin, xwediyê aborîyekî serbixwe nebin, kesên ku vê civatê û sistemê fêm dikin di nav organan de kar nekin em dê nikaribin Federasyonê bi temamî bikin Federasyonekî li gor vî demî.

Nûnerên hêja, spas ji bo beşdarîya we di konferansa salane de. Ez hêvîdarim konferansa me encamên baş bide.

Ez ji bo xebatê spasîya komeleyên endam, endamên komîteya karger û Komîteya Giştî dikim. Serkeftin ji bo we û ji bo gelê kurd dixwazim.

Şermîn Bozarslan
2009.11.28








Kategori Index

Nyheter

Foto album

Kalender

fonda cenaze

Kalender
< September, 2010 >
S M T O T F L
29 30 31 01 02 03 04
05 06 07 08 09 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 01 02


Newroz 2009-Video

Ekks