Mehkemeya Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê bi egera ku DTP bûye “merkeza kiryarên li dijî yekîtiya parçenebar ya dewlet û miletê tirk” bi yek dengî di 11ê Çileya Pêşîn a 2009ê de partiyê girt. Serokê DTPê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmed Turk û parlamentera wê ya Diyarbekirê Aysel Tugluk jî tê de 37 berpirsiyarên wê 5 salan ji siyasetê men kir.
Ev biryara Mahkemeya Qanuna Esasi, darbeyek li demokrasiya Tirkiyeyê, li pêvajoya endambûna wê ya Yekîtiya Ewrûpayê û bi aştî û demokratîk çereserkirina pirsa kurd xist. Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) biryara girtina DTPê taswîp nakin. Biryar ji huqûqî zêdetir biryarekê siyasî ye û vê biryarê şermezar dikin.
Di serdema me de êdî bi şîddet, bi înkar û bi qedexebûnê pirsa kurd nayê çareserkirin. Tirkiye ku berendama Yekîtiya Ewrûpayêyê divê standartên demokrasiya xwe bigihîne sewiyeya welatên Yekitiya Ewrûpayê û riya aştî û demokratî pirsan çareser bikin.
Dem dema wê yekê ye ku divê herkes bêtundû tûjî bi aştî û aramî ditinên xwe diyar bikin bi riyeke aştî û demokratîk daxwaza mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bikin. Divê kurd qoz nedin destê hêzên tarî ku ew provakasiyonan li dar bixin û pêvajoya “vebûna kurd” ku destpêkiriye bixin xeterê. Kuştina esker û çalakiyên ku vê pêvajoyê sebote dikin nayên qebûlkirin.
Hêviya me ew e ku dewlet û hukmeta Tirk Qanûna xwe ya Esasî bigehurîne kurd bi nav û nasnameya wê bipejirîne û hemû maf û azadiyên wê bi yasayî misoger bike.
12.12.2009
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê