Menu


Aycan Şermîn Bozarslan Ordförande

Sök Nyheter




Pirseng Twana, Sekreterare

Selam Ciziri, Ekonomiansvarig

Qasim Qehremanî, Berbang, pressansvarig

Jotiar Serif, ansvarig för interna relationer

Ferheng - Lexikon

Welat Kilicaslan- kulturansvarig

Şevbuhêrka helbesta kurdî


Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 25ê kanûna 2009an de, li Stockholmê şevbuhêrkek helbestê çêkir. Di vê şevê de, li gel endamên Komeleya Nivîskaran, gelek mêvan û beşdarên dildarê helbesta kurdî jî beşdar bûn.



Helbesta kurdi

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 25ê kanûna 2009an de, li Stockholmê şevbuhêrkek helbestê çêkir. Di vê şevê de, li gel endamên Komeleya Nivîskaran, gelek mêvan û beşdarên dildarê helbesta kurdî jî beşdar bûn.

Şev ji aliyê serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê birêz Zinar Soran bi xêrhatina endam, mêvan û beşdaran ve hate vekirin û ji aliyê birêz Serdar Roşan ve hate birêvebirin.
Pêşî hozanên hêja Armanc û Beha Şêxo bi çend starnên klasîk atmosfera şevê geş kirin. Piştî wê li gor programa şevê, helbestvan û endamên komeleyê birêz Malmisanij helbestek bi zaravayê dimilkî, birêz Sidqî Hirorî û Felemez Akad jî çend helbestên xwe bi kurmancî xwendin; çend helbestên birêz Kemal Burkay yên kurmancî jî ji aliyê hevalê Halûq ve hate xwendin.

Şev bi deng û awazên hozanên dengxweş Beha Şêxo û Armanc berdewam kir û gelek navoserên me birin dema xoratniya wan. Ji beşdaran xuşka Lorîn jî bi çend stranên xwe rengekî din da şevê.

Bi kurtayî li paytextê Swêdê Stockholmê, di şevek kanûnê de ku xweza bi berfeke spî xemilandîbû û cîhana mesihiya roja ji dayikbûna Hz. Îsa pîroz dikirin, nivîskar, hozan û dildarên helbesta kurdî jî şevbuhêrkeke germ û xweş bi hevdu re derbas kirin.

Herweha beşdarên şevê, doz li Komeleya Nivîskarên Kurd kirin ku çalakiyên bi vî awayî bidomînin. Komeleyê jî diyar kir ku wê hewl bide ku çalakiyên bi vî awayî û xebatên xwe yên cihêreng bidomîne; û li gor hêz û îmkanên xwe xizmeta çand, edebiyat û zimanê kurdî bike…

Bi rêz û silavên me
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê





Kategori Index

Nyheter

Foto album

Kalender

fonda cenaze

Kalender
< September, 2010 >
S M T O T F L
29 30 31 01 02 03 04
05 06 07 08 09 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 01 02


Newroz 2009-Video

Ekks