Menu


Aycan Şermîn Bozarslan Ordförande

Sök Nyheter




Pirseng Twana, Sekreterare

Selam Ciziri, Ekonomiansvarig

Qasim Qehremanî, Berbang, pressansvarig

Jotiar Serif, ansvarig för interna relationer

Ferheng - Lexikon

Welat Kilicaslan- kulturansvarig

Seroka FKKSê Şermin Bozarslan "Divê di cîyên ku kurd tê de zêdetir in, îdareyên herêmî yên kurdan hebin"


Axaftina Seroka FKKSê Şermin Bozarslan "Di konferansa li ser pêvajoya rêlibervekirina pirsa kurdî li Tirkiye"

Wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS,em destpêkirina pêvajoya rêlibervekirina çareseriya pirsa kurd gavekî posîtîv û girîng dibînin. Girîng e ku pirsa kurd bi aramî, bi azadî û bi firehî bê minaqeşekirin.


Axaftina Seroka FKKSê Şermin Bozarslan

Axaftina Seroka FKKSê Şermin Bozarslan
Di konferansa li ser pêvajoya rêlibervekirina pirsa kurdî li Tirkiye

Beşdarên hêja;
Ez dixwazim di destpêkê de li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê xêrhatinekî germ bidim mevanên me ku ji bo vê konferansê ji bakûrê welatê me hatine. Serokê partiya KADEP birêz Şerafettin Elçî, serokê partiya Hak-PARê, birêz Bayram Bozyel, parlamenterê BDP birêz Hasip Kaplan, hûn gelek bi xêr hatin.

Herweha nûnerên komîteya hevkarî, rêxistinên siyasî yên kurd û Kurdistanî, nûnerên rêxistinên siyasî, mediya kurdî, rêxistinên sivîl û hûn hemû gelek bi xêr hatin. Armanca vê konferansê minaqeşekirina pirsa kurdî, guhdariya dîtin û ramanên nûnerên her sê partiyên kurd li ser pêvajoya rêlibervekirina çareseriya pirsa kurdî ye. Em dixwazin bibin alîkar bo nîşandana dîtinên wekhev û yên cewaz û mişterek, bi vî awayî alîkariya dialoga di navbera kurdan de û zelalbûna daxwazên kurdan bikin.

Wek Federasyon, em destpêkirina pêvajoya rê libervekirina çareseriya pirsa kurd gavekî posîtîv û girîng dibînin.
Girîng e ku pirsa kurd bi aramî, bi azadî û bi firehî bê minaqeşekirin. Însan divê bo civateke pir zimanî, pir kulturî û pir gelî bên amadekirin û perwerdekirin.Divê hikûmet digel aliyê kurdan têkeve dialogê.

Divê bi kêmasî çek bên rawestandin, êrîşên eskerî , zor û şiddet xilas bibin. Hêzên Tîmên taybet, hêzên cerdewanî (hêzên parêzgerîya gund), şertên bikaranîna şer ji holê bê rakirin. Suçdarên ku bi hezaran kurdên sivîl wenda kirine derkevin holê û bêne cezakirin. Ji kesên ku merivên wan ji aliyê hêzên dewlête ve hatine kuştin re tazmînat bê dayîn.

Serokwezîr Tayyib Erdogan bixwe di gera xwe ya Ewrûpayê de gotibû ku asîmîlasyon suçekî însanî ye. Dewleta Tirk ji 80 salî zêdetir e vê suçê kiriye. Ji ber înkar û qedexekirina hebûna kurd û zimanê kurdî, divê hikûmeta Tirkiye ji kurdan dawa lêborinê bixwaze.

Di qanûna bingehîn de guhertinên pêwîst li gor rastiya ku civat ji gelek netewe, kultur û zimanan pêk tê, bêne kirin. Nasnameya kurdî û Kurdistanê di yasaya bingehîn de bête bicîh kirin. Cîyên ku hejmara kurdan zêde ne, zimanê kurdî li dibîstan, zaningeh, daîreyan û medyayê de bibe zimanê yekem. Di cîyên dî de jî bibe zimanê bijartî. Ji bo zarawayên kurdî jî ev prensîp bên bikaranîn. Herweha ev prensîp ji bo hemû zimanên ku li Tirkiyeyê tên xeberdan, derbas bibe. Divê karibin bi navê kurdî partî û rêxistin bêne damezirandin.

Aborîya pêwîst bo bajar û gundên kurdan bête terxankirin, infrastrukturekî baş bête danîn, cîyên kar bêne vekirin. Ji bo zarok û ciwanan îmkanên xwendinê bêne zêde kirin.

Gundên ku hatibûn şewitandin an jî valakirin, bên avakirin û ji van gundîyan re xanî bên çêkirin û tazmînat bê dayîn. Koçberên kurd karibin vegerin ser axa xwe.

Navê gund û bajaran wek berê navên wan yên kurdî bibin. Pirtûkên nû yên dersê ku ne li ser înkarê hatine nivîsandin,bêne çêkirin.

Mafê wijdanî red hebe, kesên ku naxwazin bila eskerî nekin.
Divê di cîyên ku kurd tê de zêdetir in, îdareyên herêmî yên kurdan hebin.

Dilê me dixwaze kurd bo berjewendiyên kurd bibin yek û di dema dirêj de jî bi riya referandumê li ser qedera xwe bixwe biryarê bidin.

Rewşa kurd li rojhilat û rojavayê welatê me dijwar e. Kurd, girtin, îşkence û dardakirin rojane dijîn. Em divê ji bo çaresekirina pirsan li van beşên welat jî giraniya xwe bidin.

Herêma Başûrê Kurdistanê ronîya çavên me ye û divê her kurd ji bo parastin û pêşvebirina Kurdistana azad xwe berpirsiyar hîs bike. Ew der, yê me hemûyan e, quwet û moralê dide me. Lê pirsa kurd di her beşên Kurdistanê de çareser nebe em dê nikaribin bêjin ku Pirsa kurd bi giştî çareser bûye.
Gellek sipas.
7.02.2010






Kategori Index

Nyheter

Foto album

Kalender

fonda cenaze

Kalender
< September, 2010 >
S M T O T F L
29 30 31 01 02 03 04
05 06 07 08 09 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 01 02


Newroz 2009-Video

Ekks