Menu


Aycan Şermîn Bozarslan Ordförande

Sök Nyheter




Pirseng Twana, Sekreterare

Selam Ciziri, Ekonomiansvarig

Qasim Qehremanî, Berbang, pressansvarig

Jotiar Serif, ansvarig för interna relationer

Ferheng - Lexikon

Welat Kilicaslan- kulturansvarig

Di hilbijartinê de dengdayîn erkekî netewayetî ye


Em wek Federasyona Komeleyên li Kurdistanê li Swêdê dawa li hevwelatiyan dikin ku ew di 7ê Adarê de herin ser sandoqan dengê xwe bidin. Divê lîsteyên cûda yên Kurdistanê nebin sebeba helwestên cûda ji bona hilbijartina parlamentoya Iraqê. Helwesteka weha dê bi kêrê dijminên gelê kurd bê ku ew planên xwe di Parlamnetoya Iraqê de li ser wan navçeyên ku hin di bin îdareya hukmeta herêma Kurdistanê de nînin cî bi cî bikin.

Di hilbijartinê de dengdayîn erkekî netewayetî ye

Hilbijartin proseyekî demokrasiyê ye û li welatên demokratîk dimeşe. Hilbijartina li Iraqê cûda ye, ji ber ku Iraq hin di destpêka demokrasiyê de ye û li ser mezheb û layegirên wê ava bûye. Şovenîstên Baxdayê îro ji berê zêdetir dijminayetiya Kurd û Kurdistanê û başûrê Kurdistanê dikin û hewildidin bi riya hilbijartinê plan û projeyên ku di xêra kurdan de ne bê encam bimînin.

Em wek Federasyona Komeleyên li Kurdistanê li Swêdê dawa li hevwelatiyan dikin ku ew di 7ê Adarê de herin ser sandoqan dengê xwe bidin. Divê lîsteyên cûda yên Kurdistanê nebin sebeba helwestên cûda ji bona hilbijartina parlamentoya Iraqê. Helwesteka weha dê bi kêrê dijminên gelê kurd bê ku ew planên xwe di Parlamnetoya Iraqê de li ser wan navçeyên ku hin di bin îdareya hukmeta herêma Kurdistanê de nînin cî bi cî bikin.

Îro bi taybet Kurdistana başûr û bi giştî beşên din yên Kurdistanê di prosesekî hessas de ne û dijminê gelê kurd ji bona ku tesîra başûrê Kurdistanê li ser parçayên din çênebe di nav hewildanê de ne û dixwazin dubendî têxin navbera hêzên kurd û Kurdistanî û hewrweha dixwazin tesîra wan li Parlamentiya Iraqê de kêmtir bibe da ku maddeya 140 di jiyanê de bi cî nebe. Ji bona vê yekê divê hemû partî û lîsteyên Kurdistanê li ser pirsegirêkên ku heta nuha nehatina çareserkirin di Parlamentoya Iraqê de xwediyê yek helwestî bin û hewilbidin ev pirs çareser bibin û sinorê Kurdistanê diyar bibe.

Divê xebata miletê me li Kurdistana başûr serkewtî be, çunkî îro ew hêviya kurdan e!

1.03.2010
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê





Kategori Index

Nyheter

Foto album

Kalender

fonda cenaze

Kalender
< September, 2010 >
S M T O T F L
29 30 31 01 02 03 04
05 06 07 08 09 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 01 02


Newroz 2009-Video

Ekks