Dazana KOMÎTA HEVKARÎ-Swêd:

 

 Liser rodanên roja 10-12-2006 an li Rojavayê Kurdistan

 

Îsal jî wek van çend salên dawî, gelê kurd li Kurdistana Sûriyê xwest di roja navnetewiya mafên meruvan de,  dengê xwe bigihîne raya giştiya sûrî û cihanî. Bi dirûşmên demokratî û mafên meruvatî ji gelên Sûriyê re û doza çareserkirina pirsa netewiya kurd li welêt, li bajarê Qamişlo, Şam û Helebê xwepêşandan ên aşîtane pêkhatin, lê hêzên ewlekariyê bi tundî dan ser çalakvanan û gelek ji wan birîndar kirin. Brînên çend kesan ji wan, wek birêz Fuad Elîko, Ismail Hemê, Ibrahîm Xelo û hinin din, ên herî dijwar bûn.

 

Em hemû çalakiyên aşitane û demokrat ên gelê xwe, jibo mafên wî yên rawa, destek û pîroz dikin, dengê xwe tevlî yê wî dikin û bangî raya giştiya navnetewî dikin ko, van kiryarên kirêt û çavsoriya hikumeta Sûriyê riswa bikin, û hewil bidin ko, çewisandina nijadperest ji ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê rabe û ew jî bibe xwediyê mafên xwe yên netewî yên demokratî.

Herbijî tekoşîna gelê kurd jibo mafên meruvatî û neteweyî

 

 

 

Komîteya Hevakrî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê

 

Stockholm 2006-12-17