Axaftina Seroka FKKSê Aycan Þermîn Bozarslan di pîrozbayiya 25 saliya FKKSê de

”Dem hatiye guhertin, divê em jî xebatên xwe li gorî demê bikin”
Beþdarên birêz!
Mêvanên hêja,
Ez li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi dilgermî xêrhatina we hemîyan dikim û ji bo beþdariya we sipasîya xwe pêþkêþ dikim.
Ez di destpêka axaftina xwe de dixwazim hukûmeta yekbûyî û kabîneya 5 an ya baþûrê welatê xwe pîroz bikim. Ji bo wan serkeftinê bixwazim.
25 sal in ku ev rêxistina bê hempa li ser piyan e!
25 sal in ku ji bo doza kurd û pirsên civakî bi hezaran kar hatiye kirin!
25 sal in ku ziman û kultura kurdî bi fermî hatiye parastin!
25 sal in ku bi sedan kadirên kurdan tê de kar kirine, tê de perwerde bûne.
Di nav van 25 salan de xebatên hêja ji bo piþtgiriya doza kurd û ziman û nasnameya kurdî hatine kirin. Lê carna jî pirsên ku ne tu pirs in, rojeva xebata Federasyonê bila sebeb dagirtiye. Di þûna ku bi giranî û bi yekdengî ji bo çareserkirina pirsên civakî, ji bo nasandin û çareserkirina pirsa kurdî xebat bê kirin, wext û mecal ji bo tiþtên ne girîng hatine dayîn. Divê her wext ji bo çareserkirina pirsên civakî, pirsên malbatî, pirsên ciwanan, mafên zarokan û ji bo beþdariya ciwan û jinên kurd di nav FKKSê de bi giringî kar bê kirin. Divê kadirên FKKS di wê zanîne de bin, xwedîyê wê armancê bin û bixwazin ji bo van pirsan kar bikin.Federasyon, ne cîyekî ye ku em jê feydeya þexsî bibînin, divê em ji bona wê, karên bi feyde bikin.
Beþdarên hêja!
Têkiliya me bi rêxistin, dezgeh û mercên Swêdî re baþ in. Me ji bo piþtgiriya gelê kurd gellek têkilî danîne, peyam, daxûyanî belav kirine, semîner, panel çêkirine. Ji bo bikaranîn û xwendina zimanê kurdî kar kiriye, kampanya vekirine. Ji bo pirsên zarok û ciwanan , rola dê û bavan bi navê ”Rojên kurdî” çalakî li dar xistine, grubên guftûgoyê amade kirine. Me babetên, demokrasî, entegrasyon û wekhevîyê minaqeþe kirine, li dijî bikaranîna þiddetê li hember jinan derketine. Me ji bo mafên penaberan kar kirine, Newroz pîroz kirine, sahî , bîranîn, xwepêþandan amade kirine, me gellek tiþtên dî kirine. Perîodekî min serokatîya Dem- Kurd kir. Di Federasyona biyaniyan de ku ji 16 federasyonan pêk tê, min di vê perîoda dawî de wek cigîra serok kar kir.
25 saliya dîroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê, dîroka kurdan li Swêdê ye. Federasyon, dema ku kurd ne rehet bûne, nerehet bûye. Perçebûna kurdan, li welêt û li Ewrûpa, bûyerên tûnd û tûjî li ser wê tesîrek negatîf hiþtiye. Yekbûna kurdan jî helbet li ser wê tesîreka erenî kiriye.
Di nav van 25 salan de gellek tiþt qewimîne .Wexta em li vî welatî nû bûn, me digot em ê li vir çend sal bimînin û þûn de vegerin. Tiþtên ku hatibûn serê grubên biyanîyên dî, ji me re ecêp dihatin. Bêkarî, tûnd û tûjî, hevberdan, nexweþiya psîkolojîk (nefsî), pirsên malbatî, pirsên zarok û ciwanan, pirsên xwendinê, salmezin, kêmendaman ne karê me bûn. Sal zû derbas bûn, van pirsên ku ne pirsên me bûn, bûn ji wan pirsên me yên bingehîn.
Dostên hêja!
Bi baþî û kêmasîyên xwe ve ev rêxistin mînakeke baþ, tecrûbeyeke baþ ji bo bihevre karkirinê ye, ji bo yekgirtinê ye, modelekî piçûk ya Kurdistana mezin e. Li seranserê Ewrûpayê rêxistinekî dî wek Federasyonê tuneye. Helbet di rêxistinekê weha fireh de, ku tê de kesên cewaz kar dikin, xebat kirin ne ewqas hêsa ye, lê pêwîst e. Lewra em di Federasyonê de kar dikin. Federasyon, ne yek du kes e. Federasyon em hemû endam, komele, herem û her du yekitî ne! Komeleyên me çalak hene. Hin ji wan bi rastî li gor pêwistiya civata me û dema me karên pir baþ dikin.
Em dixwazin piraniya kurdan di nav Federasyonekê de bi cî bibin. Lê rastiya kurdan, mîna rastiya gellek xelkên dî yên cîhanê ye. Di nav kurdan de jî dê rêxistinên cewaz hebin. Ya herî muhîm ev e ku hemû digelhev ji bo armancên muþterek, ji bo berjewendiyên giþtî di gelhev bi yekgirtî kar bikin.
Hevalên hêja!
Wek Federasyon wezîfeyên me çi ne?
Wezîfeya me ji bo jiyandin û pêþvêþûna zimên, nasname, canda kurdî kar kirine.
Wezîfeya me ji bo nasandin û ji bo piþtgirîya çareserkirina pirsa kurdî bi riya asitî, ji bo pistgiriya berjewendîyên giþtî yên kurdan, xebatên dîplomasiyê û hevkariyê nin.
Wezîfeya me ji bo entegrasyonekî dualî civateka piralî, pirrengî û pirkulturî, hebûna maf û wacîbiyên wekhev jibo herkesî karkirin e.
Wezîfeya me ji bo di civata Swêdê de çareserkirina pirsên kêmendaman, pirsên salmezinan kar kirin e.
Wezîfeya me, ev e ku rêxistina xwe zêdetirîn demokratîk û wekhev bikin, firehiya Federasyonê biparêzin, tê de hejmara ciwan û jinan zêde bikin.
Wezîfeya me ji bo mafên penaberên kurd û beþdarîya wan di civata Swêdê de karkirin e.
Wezîfeya me ji bo di civata Swêdê de hebûna alîkariya pêwîst ji bo zarok û ciwanên kurd û çareserkirina pirsên wan e.
Federasyon nikare hemû pirsên heyî bi îmkanên xwe yên kêm, bi xebatên fedekarîyê hel bike. Federasyon ne xwedîyê wê desthilatdarîyê ye ku mîna dewlet an jî beledîye kar bike. Çareserkirina pirsên kurdan di civata Swêdê de di destê yekem de wezîfeya mercên swêdî ye. Wezîfeya me amadekirina çalakîyên perwerdeyî ne, danîna têkilîyên pêwîst, agahdarî dayîn e. Mîna sefaret ji bo parastina mafên kurd, ji bo têkilî, ji bo nasandina kurd û pirsên wan karkirin e. Li ser polîtîka Swêdê tesîr kirin e. Ji Federasyonê meriv nikare tiþtên ku ji dewletekî hêvî dike, hêvî bike.
Keyfa me tê ku gellek ciwanên me, di nav vê civatê de biserketî ne, xebatên komelayetî, kulturî dikin. Xwendina bilind dikin. Xûya ye me dîsa gellek tiþt dane nifþa duwem. Ew ne mecbûr in wek me komelayetî bikin an jî wek me polîtika bikin, wek me jiyanê xwe bijîn.
Ew li ser bingeha ku me danîye li gor xwe, dê kanalan, platforman peyda bikin û xebatê bikin.
Dîsa keyfa me tê ku gellek dezgeh, rêxistinên Swêdî, kesên Swêdî û kurd malpera me takîp dikin. Her carê ku me di malperê de nivîsekî belav kiriye bi dehan swêdî û kurd bi riya e-mail bi me re têkilî danîne û kêfxweþîya xwe anîne ziman. Carna ciwan ji min re e-mail sandine û behsa nivîs û îlanên ku di malperê de hene kirine, kêmasîyekê hebe diyar kirine.
Dem hatiye guhertin, divê em jî xebatên xwe li gor vê demê bikin. Mîna berê roja þembî û yekþemîyan kurd baznadin civînan, semîneran, xwepêþandanan, an jî meþan. Wext ji bo van tiþtan kêm bûye. Kêm kesên fedekar, dilxwaz mane ku wextên xwe didin karên komelayetî. Gellek kes wexta menfaata wan tûne be xwe ji karê komelayetîyê dûr dixin. Gellek kes êdî bi riya ITê bi hev re têkilî datînin, civînan çêdikin. Em êdî nikarin her karî bikin û em hemî eynî karî bikin. Her komeleya me dikare li ser pirsekî civakî bi xûrtî kar bike. Her endamekî/ê K.K dikare komîteyekî deyne ji bo pirsekî bi giringî, bi firehî kar bike. Berpirsiyarî bê kar, bêencam nabe. Ji bo karekî bi encam, li gor berjewendiyên giþtî, pêwistiya Federasyonê bi kadirên zana û nûjên heye!
Gelî mêvanan!
Pïroz be xebatên 25 salan yên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê!
Sipas ji bo hemû endam, hogir û dostên Federasyonê!
Sipas ji bo komeleyên endam û Yekîtiyên endam. !
Sipas ji bo hemû rêxistinên hevkar û piþtgîr!
Digel silav û rêz!
2006.05.13