Kurdiska Riksförbundet

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Destûra Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Bi soranî Svenska

& 1- Navê Federasyonê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ye. Navê Federasyonê bi swêdî Kurdiska Riksförbundet e.

& 2- Qada xebata FKKSê Qada xebata FKKSê, Swêd e. Merkeza FKKSê li Stockholmê ye.

& 3- Karekterê FKKSê FKKS rêxistineke demokratîk e. Bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayi ye. Ji komele û yekîtiyên kurd li Swêdê, pêk tê.

&4- Armancên FKKSê
  1. Kurdên li Swêdê temsîl dike û ji bo berjewendiya civata kurd li Swêdê, xebatê dike.
  2. Kurdên li Swêdê derheqa civata Swêdê de agahdar dike û ji bo çareserkirina pirs û pirsgirêkên kurdên li Swêdê xebatê dike.
  3. Ji bo pirsa integrasyonê xebatê dike.
  4. Ji bo bi pêsde birina zimên û belavkirina çanda kurdî xebatê dike.
  5. Ji bo çareserkirina pirsên jin, zarok, ciwan, kêmendam û salmezinên kurd xebatê dike û ji bo baskirina rewsa wan hewil dide ku îmkanan amade bike.
  6. Gelê Swêdê di warê pirsa kurd û Kurdistanê de agahdar dike û doza pistgiriyê li wan dike.
  7. Li dijî zordestiyê pistgiriya tevgera gelê kurd, ya li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê dike û ji bo qebûlkirina nasnameyî kurd wek aqeliyet li Swêdê û ji bo parastina nasnameya neteweyî xebatê dike.
  8. Bi rêxistinên demokratîk û civatî -çi swêdî, çi biyanî-re hevkariyê dike.
  9. Alîkariya penaberên kurd dike û wan di warê mafên penaberan de, agahdar dike. Ji bo baskirina rewsa wan hewil dide.
  10. FKKS ji bo mafên biyaniyan û penaberiyê li gor peymanên navneteweyî û prensîbên Danezana Gerdûnî ya mafên mirovan bên parastin, dixebite.

& 5- Bicîhanîna armancên FKKSê

  1. Bi dezgehên fermî û bi rêxistinên civatî re têkiliyan datine.
  2. Ji bo agahdariyê, belavokan belav dike, wesanên gistî (massmedia) bi kar tîne, semîner, konferans, kurs, sevên çandî û pistgiriyê, ger û seyranan amade dike.
  3. Hevkariyê bi komeleyên endam re dike û ji bo perwerdekirinê projeyan amade dike.
  4. Bi zimanê kurdî û swêdî organa xwe, Berbangê, diwesîne. Berbang, di çarçeweya destûr û prensîbên FKKSê de, serbixwe ye.
  5. Komîteya Gistî (KG) ji bo bicîhanîna armancên FKKSê, komîteyên kar ava dike.
  6. FKKS, hewil dide ku besdarî civîn û konferansên navneteweyî yên li ser pirsên Kurdistanê, bibe.

& 6- Endametî

a-Endametiya Komeleyan

  1. Her komeleyeke kurd ku di belediyekê de dixebite û xwedî destûr e û destûra FKKSê qebûl dike, dikare bibe endamê FKKSê.
  2. Komeleya ku bixwaze bibe endamê FKKSê, divê bi nivîskî doza endametiyê bike û bi serlêdana xwe re destûra komeleyê, lîsteya endamên komîteya karger û hejmara endamên komeleyê, ji FKKS re bisîne.
  3. Komîteya Gistî (KG) ya FKKSê, pistî doza endametiya her komeleyekê, derheqa doza wê komeleyê de, di civîna xwe ya pêsîn de, biryarê dide. Komeleya ku doza wê ya endametiyê neyê qebûl kirin, dikare bi rêya KG di kongreya FKKSê de, îtiraz bike.
  4. Komeleyeka ku endama FKKSê be nikare bibe endamadin ya Federasyoneka Kurdî ya din, FKKS jî komeleyeka endama Federsyoneka din ya kurdî wek endam qebûl nake
  5. FKKS, di her belediyekê de, bi tenê komeleyeke Kurd wek endam qebûl dike. Belediyeya Stockholmê îstisna ye. Eger di belediyekê de du (2) komele pêwist bin, KK lêkolînê dike, KG, li gor encama lêkolînê, biryar dide.
  6. Her komele, dikare bi tenê di nava sînorên belediyeya xwe de an jî, ji belediyeya herî nezîk a ku komeleya endam lê tune ye, endaman werbigire.
  7. Komeleyeke endam nikare ji belediyeke din a ku komeleya endama FKKSê lê hebe, endaman werbigre.
  8. Her komeleyeke, pîseyî an jî komeleyek ku ji bo pirseke taybetî ava dibe, (wek komeleyên nivîskaran, hiqûqzanan, kêmendaman û..) ku li bajarekî an jî li tevaya Swêdê çalak e, xwedî destûr e, dikare daxwaza endametiya FKKSê bike. Ji her cûre piseyekê, tenê komeleyek dikare bibe endama FKKSê hêjmarê endamên van komeleyan ne girîng e. Komeleyên wisa dikarin sê (3) nûneran bisînin kongreya FKKSê.
  9. Her komele, bi sertê ku karûbarê wan ne li dijî destûra FKKSê be, di xebata xwe de serbest e.
  10. Komeleyên endam, li gora prensîpên wekheviyê, dikarin ji îmkanên FKKSê fedê bibînin.
  11. Komeleyên endam, divê endametiya xwe ya salane bide, endametiya xwe divê her sal di navbera 1ê Januarî heta 30ê Septembrê li ser kontoya FKKSê razîne. Eger di vê peryodê de perê xwe nedabe mafê wê tuneye ku nuner bisîne kongreya Federasyonê. Heqê endametiyê, ji bo her endamekî komeleyê, salê 5 kron e.
  12. Komeleyên endam divê; bi kêmanî, mehekê berî kongreya FKKSê kongreyên xwe pêk bînin û lîsteya KK ya komeleyê, navên nûneran hilbijartî û rapora xwe ya xebatê, ji FKKSê re bisînin. Her weha her komele, panzde rojan berî kongreya xwe, divê FKKSê ji kongreyê agahdar bike, da ku Federasyon nûnerê xwe bisîne kongreya wan.

b- Endametiya yekîtiyan

  1. YJK ji seksiyona komeleyên endamên FKKSê pêk tê
  2. Erk û çalakiyên jinên Seksiyonên Komeleyên endam û Federasyonê bi rê ve dibe. Bi hatiniyên projeyên curbecur û bi hatiniyên taybet xebatê xwe bi rê ve dibe.
  3. Ji lokal û îmkanên Federasyonê sûd werdigre û li gor biryarên hevbes li gel KK a FKKSê mesref û pêdiviyên lokale dide.
  4. Eger hatiniyên wan tunebe FKKS li gorî plana xebata wan ku ji aliyê KG tê qebûlkirin, alîkariya wan dike.
  5. Eger di bajerek de(xeynî bajarên mezin wek Stokholm, Goteborg, Malmo, Uppsala) komeleya endamê FKKSê tunebe bi kêmanî 3 jin dikarin komîteyaka jinan pêk bînin. Di eynî wextê de dive ew hewil bidin ku komeleyek ava bikin heta wê demê ew pêywendî bi wan komeleyên endamên FKKSê ku nêzikî bajarê wan in, dikin.
  6. Endamên eslî yên KK ya YJK nûnerên Kongereyên FKKSê ne.
  7. YJK di xebata xwe de serbixwe ye bi sertên ku ew li dijî destûra FKKSê xebat nekin.
  8. YJK divê destûra xwe li gorî destûra FKKSê amade bike

c -Endametiya YCK

  1. YCK ji seksiyona komeleyên endamên FKKSê pêk tê
  2. Erk û çalakiyên ciwanên Seksiyonên Komeleyên endam û Federasyonê bi rê ve dibe. Bi hatiniyên projeyên curbecur û bi hatiniyên taybet xebatê xwe bi rê ve dibe.
  3. Ji lokal û îmkanên Federasyonê sûd werdigre û li gor biryarên hevbes li gel KK a FKKSê mesref û pêdiviyên lokale dide.
  4. Eger hatiniyên wan tunebe FKKS li gorî plana xebata wan ku ji aliyê KG tê qebûlkirin, alîkariya wan dike.
  5. Eger di bajerek de(xeynî bajarên mezin wek Stokholm, Goteborg, Malmo, Uppsala) komeleya endamê FKKSê tunebe bi kêmanî 3 ciwanan dikarin komîteyaka ciwanan pêk bînin. Di eynî wextê de dive ew hewil bidin ku komeleyek ava bikin heta wê demê ew pêywendî bi wan komeleyên endamên FKKSê ku nêzikî bajarê wan in, dikin.
  6. Endamên eslî yên KK ya YCK nûnerên Kongereyên FKKSê ne.
  7. YCK di xebata xwe de serbixwe ye bi sertên ku ew li dijî destûra FKKSê xebat nekin.
  8. YCK divê destûra xwe li gorî destûra FKKSê amade bike

& 7- Ji endametiyê derketin

  1. Komeleyên ku endamê FKKSê ne, dikarin tenê bi biryara kongreyên xwe ji endametiya FKKSê vekisin.
  2. Komeleyên ku xwe ji endametiya FKKSê vekisînin, ji endametiya FKKSê dikevin. Komeleyên ku ji endametiyê dikevin, nikarin doza tu tistî li FKKSê bikin.

& 8- Ji endametiyê derxistin

  1. Komeleya ku endamê FKKSê ye, erkên xwe bi cîh nîne, an jî bi xebata xwe li dijî destûra FKKSê kar bike, KK lêkolînekê dike û rapora xwe pêskêsî KG dike. Gava KG pêwist bibîne, dikare;
    a) Bala komeleyê bikisîne.
    b) Endametiya komeleyê bicemidîne.
  2. Bi tenê Kongreya FKKSê dikare komeleyekê ji endametiya FKKSê derxîne.
  3. Komeleyên ku ji endametiyê tên derxistin, nikarin doza tu tistî li FKKSê bikin.

& 9- Organên FKKSê

  1. Kongreya Gistî
  2. Kongreya Awarte
  3. Komîteya Gistî
  4. Komîteya Karger
  5. Komîteya Revîsor
  6. Komîteya Rawêj

& 10- Kongreya Gistî

  1. Kongreya Gistî, organa FKKSê ya herî bilind e. Kongre, ji du salan carekê du meha Gulanê de dicive. Ji bo kongrebikaribe vebe, divê ji nêviyê hejmara nûnerên kongreyê, yên besdar yek (1) zêdetir be. Eger di kongreyê de ev hejmara pêk ne yê, wê gavê kongre mehekê tê texîr kirin. Di civîna pistî mehekê de kongre, bi nûnerên amade pêk tê.
  2. Divê KK du (2) meha berî kongreyê, komeleyên endam ji kongreyê agahdar bike.
  3. Divê raporên kar û aborî, mehekê berî kongreya FKKSê, ji komeleyên endam re bêne sandin.
  4. Endamên eslî yên organên hilbijartî yên FKKSê, (KG û KK, Komiteya Rewisor , Komiteya Rawej) di kongreya FKKSê de nûnerên eslî ne. Endamên KG û KK ya FKKS di xala pesendkirina raporên FKKSê de, ne xwediyê mafê dengdane nin.
  5. Nûnerên Kongreya FKKSê di kongreyên komeleyan de li gor hejmara endamên komeleyan ku di kongreyên komeleyan de besdar in, tên hilbijartin. Mafê her komeleyê ji bo 15 (panzdeh) endaman 3(sê) nûner, pistî 15 (panzdeh) endaman, ji bo her 10 (deh) endaman zêde(wek nimûne, 16-25, 26-35, 36-45 û hwd)1 (nûnerekî) heye ku bisîne kongreya FKKS ê. Li komeleyên yên li belediyan ku lê seksiyonên jinan û ciwanan hene, divê ji wan 3 nûnerên pêsî yek (1) ji seksiyona jinan û yek (1) jî ji seksiyona ciwanan were hilbijartin. Nûnerên kuji bo kontenjana(kvot) a ciwanan û jinan di civînên seksiyonan de têne hilbijartin. Hemû komeleyên ku hejmara endamên wan ku di kongreyên wan de besdar dibin ji 15 endaman kêmtir bibe, bi tenê dikarin yek(1) nûner bisînin kongreya FKKSê.
  6. Nûnerên ku ji aliyê kongreya FKKSê ji bo organên FKKSê têne hilbijartin, divê heta kongreyeka din erk û vatiniyên xwe bidomînin. Eger komeleya ku ew tê de endam in, ji endametiya FKKSê derkeve yan jî ji endametiyê were derxistin, yan jî bixwaze ku endamên xwe ji organên FKKSê veksîne; eger ew kes nexwaze ew li ser erkên xwe dimîne
  7. Kongre dikare ji bo organên FKKSê, ji derbveyî nûneran, ji endamên komeleyên xwe kesan hilbijêre.
  8. Biryar, di kongreya FKKSê de li ser esasê piraniya dengan yên besdar tên hilbijartin. Xalên 16 û 21 îstîsna ne.

& 11- Komîteya Gistî

  1. Komîteya Gistî ji diwazdeh (12) endamên eslî û sê (3) endamên cîgir ku di kongreya FKKS ê de tên hilbijartin pêk tê. Endamên KK jî, endamên KG ne. Divê her endamekî KG, di komîteyên kar de cîh bigire.
  2. Komîteya Gistî, di navbera kongreyên FKKSê de, organa herî bilind e.
  3. Civîna Komîteya Gistî ya yekemîn, ji aliyê endamê/a herî salmezin ve tê îdare kirin.Serok di eynî civînê de, tê hilbijartin. Civînên KG ji aliyê serok ve, tên bi rêve birin.
  4. Komîteya Gistî bi kêmanî ji sê mehan carekê dicive. KG, li ser plana xebata FKKSê, li ser budçeya FKKSê ya salane biryar dide û raporên komîteyên kar ku berê civîna KG hatine amedekirin dirirxîne li ser wan biryar dide.
  5. Biryarên Komîteya Gistî bi rêya Komîteya Karger bi cih dibe.
  6. Komîteya Gistî dikare bi van cezayên li jêrîn endamên xwe ceza bike:
    a) balkisandin
    b) cemidandin
  7. Mafê her endamekî/a cezaxwarî heye ku, pirsa xwe bîne kongreya FKKSê û xwe bi parêze.
  8. Komîteya Gistî, li hember kongreya FKKSê berpirsiyar e.
  9. Endamên cîgir, bi biryara KG, cîhê endamên esîl ku hatine cemidandin yan jî yên ji endametiyê ketine, digire û dibin endamên eslî yê KG. Endamên cîgir yên KG, dikarin besdarî civînên KG bibin lê di civînan de tenê mafên wan yên dengdanê tune ye.
  10. Eger pêwist be, serok, bi biryara KK, dikare KG bangî civînên awarte bike.
  11. Her endamekî/ a KG li ser hev du (2) caran bê mazaret(ji xeynî nexwesî, li derveyî Swêd û bi mijuliya karê FKKSê) besdarî civînên KG nebe, ji endametiyê dikeve, cîgirê yekem dikeve ciyê wî/wê.
  12. Nûnerek ji Komîteya Gistî, besdariya kongreyên komeleyên endam dike.
  13. Di civînên KG de biryar li gor piraniya dengan tên girtin. Di wekheviya dengan de, biryar li gor aliyê serok bi cih dibe.
  14. Komîteya Gistî, salê carekê bi komeleyên endam re civîneke rawêjkarî pêk tîne.
  15. Komiteya Gistî, ji bo amade kirina projeyên FKKSê, bi hatinên ji projeyan, projevanekî pispor, dadimezrîne. Projevanê Federasyonê, alîkariya projeyên komeleyên endam jî dike.

& 12- Komîteya Karger

  1. Komîteya Karger ji neh (9) endamên esîl û sê (3) endamên cîgir pêk tê. Ji endaman heft (7) esîl û sê (3) cîgir di kongreya FKKSê de tên hilbijartin. Nûnerek ji KK a Yekîtiya Jinên Kurdistanê û nûnerek ji KK a Yekîtiya Ciwanên endamên eslî yên KK a FKKSê ne.
  2. Komîteya Karger di navbera kongreyên FKKSê de, berpirsiyarê bicîhanîna biryarên kongreyê û biryarên KG û berpisiyarê karûbarên FKKSê ye. KK di amade kirina programa xebatê ya salane de, dîtin û pêsniyarên Kongreya FKKSê, KG û civînên rawêjkarî li ber çavan digire.
  3. Komîteya Karger, di civîna xwe ya yekemîn de, ji nav xwe, Sekreterê FKKSê û Sekreterê aborî hildibijêre. Herweha di wê civînê de, komîteyên kar tên damezrandin û berpirsiyarên komîteyên kar tên hilbijartin.
  4. Komîteya Karger, bi kêmanî, ji sê (3) hefteyan carekê dicive. Serokê/a FKKSê, KK bangî civînan dike. Eger sê (3) endamên KK pêwist bibînin, dikarin KK bangî civînên awarte bikin.
  5. Komîteya Karger, rapora karûbarên FKKSê amade dike û pêskêsî civînên KG dike.
  6. Her endamêkî KK, ku li ser hevdu, 3 caran bê mazaret (ji xeynî nexwesî, li derveyî Swêd û mijuliya karên FKKSê) besdarî civînên KG ne bin, ji endametiyê dikevin û cîgirê yekem ciyê wî/wê digrin.
  7. Eger endamekî/a KK bê mezaret(ji xeynî nexwesî, li derveyî Swêd û bi mijuliya karê FKKSê) bêsdarî civîneka KK nebe cigirê yekem dikeve ciyê wî/wê û mafê wî/wê yê/a dengdanê heye.
  8. Komîteya Karger, derheqê endamên ku li dijî destûra FKKSê kar dikin, biryara xwe ji KG re tîne. KG, ji bo wan endaman, cezayên li jêr dide:
    a) Balkisandin.
    b) Cemidandin.
  9. Divê biryara KK ji aliyê KG ve were pejirandin. Berpirsiyariyên kesên ku hatine cemidandin, heta civîna KG radiwest in. Mafê endamên hatine cemidandin hene ku rewsa xwe bînin kongreya FKKSê û xwe biparêz in.
  10. Endamên KG û KK, nikarin bibin endamên Komîteya Revîsor û Komîteya Rawêj.
  11. Endamên organên FKKSê mafê wan tuneye ku di eynî demê de nikare bibe endamên organên federasyoneka din.
  12. Pistî pêkhatina kongreyê, bi tementirîn endamê KK di navbera 15 rojan de bangî civîna gistî bike. Komîteya Karger ya berê, divê temamê selahiyet û desthilatdariya xwe, heta dewr û teslîm kirina KK, bi cih tîne.

& 13- Komîteya Revisor

  1. Komîteya Revîsor, ji sê (3) endamên eslî û endamekî cîgir pêk tê û ji aliyê kongreya FKKSê ve tê hilbijartin.
  2. Komîteya Rewisor ji nav endamên xwe sekreterekî/ê hildibijêre.
  3. Vatiniya Komîteya Revîsor, kontrolkirina aboriya FKKSê ye.
  4. Komîteya Revîsor, her (4) mehan carekê rewsa aborî ya FKKSê kontrol dike û rapora xwe dide KG.
  5. Endamên Komîteyê, besdariya civînên KG dikin. Mafê wan yê dengdanê tune ye.

& 14- Komîteya Rawêj

  1. Komîteya Rawêj, di kongreya FKKSê de tê hilbijartin û ji penc (5) endamên eslî û du (2) endamên cîgir, pêk tê.
  2. Komîteya Rawêj, mehekê pistî kongreya Federasyonê dicive. Endamê di kongreyê de dengê pirtir girtibe, endamên komîteyê bangî civînê dike.
  3. Komîteya Rawêj, di navbera du (2) kongreyan de, li gor rewsa FKKSê û komeleyên endam, li kesên ku wê di KG, KK û Komîteya Revîsor de kar bikin, digere û wan kesan, wek pêsniyar, pêskêsî kongreya FKKS ê dike.
  4. Endamên Komîteyê, besdariya civînên KG dikin. Mafê wan yê dengdanê tune ye.

&15- Kongreya Awarte

  1. Eger KG biryar bigire, pêk tê.
  2. Eger yek ji sisiyan (1/3), zêdetir yên nûnerên Kongreya Gistî ya berê, doza Kongreya Awarte, ji KG bikin, pêk tê.
  3. Kongreya Awarte tenê li ser pirsên ku bûne sedemên civînê radiwest e.
  4. Metodên karê kongreya Awarte, her wekî metodên Kongreya Gistî ye.
  5. Divê komeleyên endam, yên FKKSê, mehekê berî Kongreya Awarte were agahdarkirin. Komeleyên endam, dikarin nûnerên xwe yên berê bisînin Kongreya Awarte an jî, tenê ji bo hilbijartina nûneran dikarin kongreyeke awarte pêk bînin.

& 16- Destûra FKKSê

Destûra FKKSê, tenê di kongreya FKKSê de tê guhertin. Ji bo guherandina destûrê, ji sisiyan du (2/3) dengê nûnerên ku di kongreyê de amade ne, pêwist e.

& 17- Aboriya FKKSê

  1. Pereyên FKKSê, di hesabê bankayê de tên parastin. Serok û Berpirsiyarê aborî bi hevdû re ji hesabên bankayê berpirsiyar in. Serok û Berpirsiyarê aborî bi hevdû re, di navbera du (2) civînên KK de, dikarin heta hezar (1000) kronî bêî biryara KK mesrefê bikin. Ji bo mesrefên ji hezar (1000) kronî bêtir û ji bo yekser perederxistin"ê (direktuttag) biryara KK pêwist e.
  2. Hatinên FKKSê ev in: Heqê endametiyê, hatinên ji karûbarên FKKSê, alîkariya xebatê ji dezgehên fermî û alîkariyên (barbûyên"baxisên") cûr bi cûr.

& 18- Erkên serokê/a FKKSê:

  1. Serok, FKKSê li derve temsîl dike.
  2. Serokatiya civînên KG û KK dike.
  3. KK bangî civînan dike.
  4. Çavdêriya komîteyên kar û Kontrola xebatên FKKS ê dike.
  5. Biryarên KG û KK bi cih dike.
  6. Bi berpirsiyarê aborî re, berpirsê aboriya Federasyonê ye.

& 19- Erkên sekreterê/a FKKSê:

  1. Protokolên civînên KG û KK dinivîsîn e. Rapora xebatê amade dike. Ji arsîva FKKS ê berpirsiyar e.
  2. Di demên ku serok di civînan de, ne amade be, cîhê serok digire û di bicîhanîna kar û xebatên serok de hevkar û berpirsiyar e.
  3. Berpirsiyarê karger û karmendên Federasyonê ye.

& 20- Erkên Berpirsiyarê/a aborî (FKKSê):

Berpirsiyarê/a hesab û serweta FKKSê ye. Defterên hesab û samanên FKKSê digire. Her (3) mehan carekê rewsa aborî, pêskêsî KG dike û rapora abori, ji kongreya FKKSê re, amade dike.

& 21- Hilwesandina FKKSê

Biryara hilwesandina FKKSê, bi tenê, di Kongreya Gistî de, tê sitandin. Ji bo biryara hilwesandinê, ji pêncan çar (4/5) dengên nûneran pêwist e. Pistî hilwesandina FKKSê, bi biryara kongreyê hemû hebûnên FKKSê ji komeleyên endam re, dimîne.

Ev destûr, ji bîstûyek (21) bendan pêk tê.

Ev destûr, hin xalên wê di kongreya 21em a FKKSê de ku 15-16 Gulana 2004ê de çêbû hatin guherandin û pejirandin

 

 

 

Box: 5013, 131 05 S-Nacka, tel: 08-6446622, fax: 08-6502120, e-mail:info@kurdiskarf.org www.kurdiskarf.org