Kurdiska Riksförbundet

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


 Konferansa FKKSê

 

Di 26-27ê Mijdara 2005ê de li Stockholm ABFê konferansa rawejgerî ya FKKSê ya du rojan destpêkir û li ser karûbarê xwe û gelek mijarên aktuel rawestiya.Nûnerên YJK, YCK, organên FKKSê, 20 nûnerên komeleyên endam, nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Bakurê Ewrûpa Nusret Hacî, nûnerê Listeya Hevpeymaniya Kurdistanê 730, nûnerê Encûmanê Kurdên Sûriyeyê li Swêdê û nûnerê PKE-Platform û hin mêvanên din bêşdarî konferansê bûn.Konferans ji aliyê seroka FKKSê Şermîn Bozarslan hat vekirin û ji bo şehîdên Kurdistanê û bi taybet jî şehîdên Şemzînan, Gever, Çolemerg û Xaneqîn deqîqeyek hat rawestandin.

Nûnerên mêvan yên konferansê dîtinên xwe pêşkêş kirin; nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Bakûrê Ewrûpayê Nusret Hacî di axaftina xwe de xebatên FKKSê bi payeka bilind nirxand û got ku; "em bawer in FKKSê dê di hilbijartina 15-12-2005ê ya Iraqê de jî ji bo Listeya Hevpeymaniya Kurdistanê 730 li Swêdê erqê xwe bîne cî da ku hevwelatiyên Kurdistana başûr bêşdarî hilbartinê bibin.

Piştî firawînê seroka FKKSê Ş. Bozarslan nûnerê Lîsteya Hevpeymana Kurdistanê 730 Kemal Mihacir vexwend ser mikrofonê ew jî li ser hilbijartina Parlamena Komara Federala Iraq axaft û bersiva pirsiyarên bêşdaran da.

Di konferansê de piştî axaftina nûneran li ser mijarên cûda 5 grûbên xebatê hatin hilbijartin. Pirsên demokrasî, entegrasyon û wekhevî ji wan pirsên herî girîng bûn ku di konferansê de li ser hatin rawestandin.Du grub di vê warî de raporên xwe bi nivîskî pêşkêşî konfrensê kirin.

Di rojê duyem yê konferansê de nûnerên komleyên endam, berpirsê komîteyên kar, berpirsê herêman, nûnerên YJK, YCK li ser kar û barên xwe û herweha li ser pirs û pirsgirêkên xwe dîtin û pêşniyazên xwe anîn zimên.

Di dawiya konferansê de komeleyên herî çalak hatin xelatkirin.

Di dawiya konferansê de daxwaz ji Dr. Fazil Caf hat kirin ku ew wek şexsekî li derveyî FKKSê konferansê binirxîne . Wî di axaftina xwe de got ku; "pêkanîna grûbên kar ji bo guftugokirin li ser xalên destnîşankirî xebateka qenc bû û şeffafîyata di xebata konferanasê de xaleke serkeftî ya FKKSê bû û birevêbirina konferanasê jî bi taybet roja duyem de karekî serkeftî bû."

Di roja yekem de konferans ji aliyê Ş. Bozarslan, S. Cizîrî, M. Hassan, û P. Tiwana ve hat birevebirin. Di roja duyem de jî ji aliyê H. Gewerî, K. Amedî, Ş. Kaya, S. Demir û Meryem(ji YJK) hat birevebirin.


Box: 5013, 131 05 S-Nacka, tel: 08-6446622, fax: 08-6502120, e-mail:info@kurdiskarf.org www.kurdiskarf.org