Kurdiska Riksförbundet

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


 

Kurdên Swêdê di pêvajoya entegrasyonê de

 

Cara ewil di salên 1960î de kurd bi koman wek karker hatin Swêdê. Çend xwendawanên kurd, di sala 1967 an de hatin bajarê Uppsalayê.

Pênaberên siyasî di sala 1970 yî de ji ber cuntaya leskerî li Tirkiyeyê hatin Swêdê. Dûre bi girseyî piþtî derbeya 12 ê 1980yî li Tirkiyeyê kurdên siyasî hatine Swêdê. Kurdên baþur dema þerê navbera Irak û Iranê de dest pê kir û bi taybet jî piþtî komkujiya Helepçeyê berê xwe dan Swêdê. Li gor texmînan nûha li Swêdê di navbera 50.000 – 60.000 kurd hene. Piraniya wan pênaberên sîyasî ne.

 

Rewþa kurdan di pêvajoya entegrasyonê de li gor dereceya xwendinên wan, ciyên ku tê de mezin bûne, rewþa wan ya aborî û civakî, di dema hatina wan de bûyerê ku hatiye serê wan, rewþa wan ya salên ewil li Swêdê, rewþa wan ya tendûristî, biryarên wan yên li Swêdê mayînê, karê wan, civat li hember wan çawa ye, alîkariya hevwelatîyên wan û civata Swêdê û gîrêdayî gellek sedemên din tên guhertin.

 

Polîtîkaya entegrasyonê ya Swêdê li ser bingeha ji bo her kesî/ê maf û wacîbîyên wekhev, herweha di çerçoweya mafên mirovî ya giþtî de rêz girtin ji bo cudayî û taybetmendîyên kesan hatiye ava kirin.

 

Di bicîh anîna ev polîtîkayê de hin kêmasî tên dîtin. Ji bo zarokên biyanî di hefteyê de seetek an seetek û nîv dayîna dersê zimanê zîkmakî ji tûnebûnê çêtir e, lê ne bes e. Divê zimanê zîkmakî bibe beþekî tabî ya sîstema xwendinê.

 

Li Swêdê bi sedan pirtûkên kurdî hatine çap kirin, bi dehan weþanxaneyên kurdî hene. Qitêbxanaya kurdî heye. Ziman û çanda kurdî pêþ ketiye. Hebûn û xebata 25 sal ya Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê nimûneyekî baþ e.

 

Lê îmkan û alîkarîya dîrekt ji bo hûnermend û xebatkarên çandî ne zêde ye.

 

Hêjmarên kurdên ku xwedîyê xwendin û karêkîn e û di civatê de cîyê wan hene pir in, lê yên ku ne xwedîyê kar in û li dervayî civatê ne ji wan gelek pirtir in.

 

Di nav nifþa yekem de ciwanên serkeftî ku di civata Swêdê de hatine naskirin û qebûlkirin hene.

 

Di nav wan de rojnamevan hene, artîst hene, komedyen hene, sîyasetmedar hene, lêkolînger hene, akademîsyen hene. Hejmara keçên kurd ku xwendina bilind dixwînin ji xortan zêdetir e. Zarok û ciwanên ku ji ber krîza nasnameyî, problemên malbatî ketine riyên xirab roj bi roj zêdetir dibin. Bi taybetî di hêremên ku tê de bi piranî biyanî rûdinin de ev tiþt zêdetir xwe nîþan dide.

 

Rewþa tendûrîstî ya kurdan girêdayî beþdarîya wan di civatê de, rewþa wan ya civakî û aborî , rewþa Kurdistanê û Swêdê tê guhertin. Di nav nifþa yekem de kesên ku nexweþ hatine nivisandin an jî zû teqawût bûne gelek in. Salmezinên kurd li Swêdê her diçe zêde dibin. Pirsên wan jî her wisa.

 

Di nav jin û mêran de hev berdan, sal bi sal zêdetir bûye. Ji ber ku gelek caran dê û bav li pey hev berdanê, ji bo xatirê zarokên xwe nikarin hevkarî bikin, zarok dikevin rewþekî nebaþ. Alîkariya ku li Kurdistanê malbat û zarok ji mirovên xwe, ji der û ber digirtin, li Swêdê tûne ye. Dezgehên civakî nikarin bi tena serê xwe vê valahîyê tîje bikin.

 

Çend tiþt ji bo hêsankirina pêvajoya entegrasyonê:

 

  • Di destpêkê da programa intensîv ji bo xwendin û karwergirtina her kesî/ê

  • Mafê zimanê zîkmakî wek beþekî tabiî ya sîstema perwerdeyê. Kardayîn ji bo pedagogên du zimanî.

  • Mafên kêmnetewan ji bo gruba kurdan jî derbas bibe.

  • Mafê nasname – kurd bi nasnameya xwe ya netewî bên qeyd kirin, ne wek erab, faris, tirk ….

  • Ji xwedîyên kar bê daxwaz kirin ku kesên cewaz, bi tecrûbeyên cewaz, ji bo kar bên wergirtin. Di wergirtina kar de, tecrûbe li derwayî Swêd û zanîna kultûrên cewaz, herweha pirr zimanî bi awayî bilind bê nirxandin.

  • Sekinandina þiddet li hember keçan. Maf û îmkanên wekhev ji bo keç û kur.

  • Grubên guftûgoyan werin tanzîm kirin. Van gruban di nav xwe de babetên cewaz yên civakî û malbatî minaqeþe bikin.

  • Teþwîqkirina ciwanan ji bo xwendina bilind. Digel mektebên zarokan têkiliyên baþ û berdewamî …

  • Alikarîya dê û bavan ji bo perwerdekirina zarokan. Qursên perwerdeyî ji bo dê û bavan.

  • Di çalakîyên zarok û ciwanan de beþdarîbûn. Dialoga baþ di navbeyna endamên malbatê de.

  • Serbilindî ji bo nasname, mal, malbat û hêrema xwe. Qebûlkirina pirr zimanî û pir kultûrîya zarokan.

  • Qebûlkirin û rêzgirtina civata serdest ji bo nasname, maf û cudayîya kesan û hebûna îmkanan.

 

 

Tiþtên ku tesîr li ser pêvajoya entegrasyonê ya kesan dikin:

 

  • Ciyekî jê hatine û lê mezinbûne

  • Di kîjan rewþê de mezin bûne.

  • Rewþa wan ya berîya hatina wan û rewþa wan ya destpêkê li Swêdê

  • Dereca xwendina wan

  • Rewþa aborî û civakî

  • Rewþa siyasî û aborî ya Swêdê

  • Rewþa wan ya tendûristî

  • Biryara wan ya mayîn an ne mayîn

 

Sibat 2006

 

Aycan Þermin Bozarslan

 


Box: 5013, 131 05 S-Nacka, tel: 08-6446622, fax: 08-6502120, e-mail:info@kurdiskarf.org www.kurdiskarf.org