Kurdiska Riksförbundet

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


 

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê Þermîn Bozarslan

"Em hevîdarin rastîya başûr bibe qedera hemû Kurdistanê "

Ji bo amadekarên þeva salvegera Komara Mahabad!

 Xwisk û birayên ezîz!

 

 

Di 11ê Sibata 2006ê de li Stockholm Solnahallenê 60 saliya Komara Mahabad hat pîrozkirin. Organîzatorê þevê Hevkeriya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêd û bi taybet jî PDK-Iran bû. 1500 kesên kurdên rûniþtvanên Swêdê bêþdarê þevê bûn. Di Þevê de li ser navê partî, komele û rêxistinan axaftin hatin kirin; hunermend stirîn û bêþdar li gel muzika wan govend gerand.

 

Li ser navê FKKSê Þermîn Bozarslan, Hemîd Gewerî û Keya Îzol bêþdar bûn. Peyama FKKSê ji aliyê seroka wê Þermîn Bozarslan ve hat xwendin. Em peyama wê li jêr çap dikin.

 

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, bi dilgermî salvegera 60 mîn ya Komara Kurdistan li Mahabad li gelê kurd pîroz dike. Di destpêkê de nemir Kazî Muhammed, nemir Mustafa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tîne.

 

Îlankirina Komara Kurdistan li Mahabadê di dema herî tarî de bû hêvîya gel. Kazî Mihammed nîþanî dinyaye kir ku kurd komar, dewlet û azadî dixwazin. Kurd dixwazin bixwe li ser qedera xwe biryar bidin. Xewna þehîdan bi hebûna başûrê Kurdistanê, serkeftinên kurd li başûr bû rastî. Em hevîdarin ev rastî bibe qedera hemû Kurdistan.

 

Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê dixwazin. ji bo xebata pêkanîna çarenûsa kurd û civatekî azad û demokrat piştgiriya xwe diyar bikin.

 

Cumhurî Iran dixwaze bibe hêzekî xwedîye atom û bi tehdîtên xwe li ser Rojhilata navîn û li ser dewletên dinyaye hukûm bike, fanatîsma xwe belavî dinyaye bike. Ev tist naye qebûl kirin. Li hember dijminekî weha dijwar divê hemû rêxistinên rojhilata Kurdistan bibin yek.

 

Em hemû kiryarên terorî ya rejîma Iranê þermezar dikin, silavên xwe yên germîn dişînin ji bo Rojhilata welat û ji bo Mahabad.

 

Bijî yekgirtina kurdan ji bo Kurdistaneke azad û demokrat!

 

Bi navê Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê

 

Þermîn Bozarslan

 

Seroka FKKS

 

 

 

 

 


Box: 5013, 131 05 S-Nacka, tel: 08-6446622, fax: 08-6502120, e-mail:info@kurdiskarf.org www.kurdiskarf.org